Nihat Kavşut
18 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê hevdîtinên li ser vîzeyê yên bi lijneya DYAyê ra ku wê bên kirin da wiha got: "Heger li gor qanûn, destûra bingehîn û ewlehiya me tiştek maqûl hebe helbet em ê hevkariyê bikin. Lê Tirkiye zextan qebûl nake û şertên nayên qebûlkirin jî wê di serî da red bike. Em ji bona hevkariyê hene, lê li Tirkiyeyê darazeke serbixwe heye."
Di nav mijarên rojeva Wezîr Çavuşoglu da cih girtin yek jî rewşa Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bû û jî vê yekê got:"Herêma Kurdistana Iraqê hesabê şaş kir û guh neda pêşniyazên me. Lewra me ji wan ra ev pirsgirêkên ku derketin pêşiya wan gotibûn. Lebelê ev hesab ji Bexdayê zivirî. Difikirîn ku ji berê zêdetir tiştan bi dest bixin lêbelê nebû. Fikra wan ew bû ku yekîtiya kurdan pêk bînin lêbelê kurdên li Iraqê parçe kirin. Nika tevliheviyeke mezin heye."