Fatih Gazioğlu
18 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2017
NÎGDE
Şaredarê Nîgdeyê Faruk Akdogan ragihand ku wî ji peywira xwe îstifa kir.
Akdogan di civîna xwe ya çapemeniyê ya li avahiya şaredariyê da destnîşan kir ku wan 8,5 sal berê bi 58,5 milyon lire deynê wê va şaredarî hilda û niha tu deynê şaredariyê tuneye.
Akdogan got ku di qaseya şaredariyê da aniha 26 milyon û 500 hezar lire heye û wiha dewam kir, "Ez spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim, Lijneya Wezîran, parlementer, rayedarên din û xebatkarên şaredariyê dikim ku bûn alîkar da ku ev xizmet pêk werin."
Akdogan herwiha bal kişand ku ew ji bo her xizmeteke nû amade ye û wiha got, "Ez amade me ku ji niha pê da çi peywirê bidin min bînim cih. Herwisa wekî endamekî ezê di emr û xizmeta partiya xwe da bim. Bira tukes ji me helwesteke cuda hêvî neke."