Elif Orhan
08 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2017
BEXDA (
Di çarçoveya ziyareta Iraqê ya Serokwezîr Yildirim de bi serokatiya Yildirim û Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî civîna Konseya Hevkariya Stratejîk a Asta Bilind a Tirkiye-Iraqê hat kirin.
Di civînê de li ser mijarên dualî di hemû qadên eleqedar de hevkariyê zêde bikin, têkiliyên aborî, siyasî û stratejîk ên ku dê xizmetê berjewendiyên welatan bike tesîs bikin û pêş bixin sekinîn.
Piştî civînê danezaneke hevpar hat weşandin. Di danezanê de hat diyarkirin ku her du welat di çarçoveya rêzgirtina yekîtiya axê û desthilatdariyê ya ku bingeha têkiliyên di navbera herdu welatan de pêk tîne de dê ewlehî û îstiqrara dualî bê pêkanîn û qebûl kirin ku bi hev re li dijî terorê têkoşîn bikin.
- Kampa Başîkê
Aliyan destnîşan kir ku Kampa Başîkê kampeke Iraqê ye. Aliyê Iraqê diyar kir ku helwesta wan a di mijara kampa Başîkê de sabit e û destnîşan kir ku divê aliyê Tirk pêvajoya vekişîna hêzên xwe bide destpêkirin û dawî li vê mijarê bîne. Aliyê Tirk jî dubare kir ku li hember yekîtiya axa Iraqê û desthilatdariya wê rêz digire.
Iraq û Tirkiyeyê qala girîngiya zêdekirina asta hevkariya aborî û bazirganiyê ya di navbera wan de, jinûve avakirina herêmên ku ji terorê zirar dîtin û tetbîqkirina peymanên ku di navbera herdu welatan de hatin îmzekirin kirin. Aliyan li ser mijara birêvebirina ava Robarê Dîcle û Firatê û pêşxistina hevkariya di projeyên avê yên hevpar de li hev kirin.
- Dijî DEAŞê hevkarî
Hikûmeta Tirkiyeyê di çarçoveya rizgarkirina Nînovayê û operasyonên ji holê rakirina DEAŞê de got ku pêşketina berbiçav a Hêzên Çekdar û Ewlehiyê ên Iraqê teqdîr dikin.
Herdu aliyan destnîşan kir ku dê li axa xwe cî nedin tu rêxistinên terorî û destûrê nedin tu fealiyetên ku ewlehiya neteweyî ya herdu welatan tehdît dike. Herdu aliyan diyar kir ku di têkoşîna dijî DEAŞê ya ku koalîsyona navneteweyî dike de dê di nav hevkariyê de tevbigerin.
Aliyan destnîşan kir ku divê têkiliyên çandî û civakî yên di navbera gelê herdu welatan de bên xurtkirin, ji bo derfet bê dayîn ku welatiyên herdu welatan nêzî hev bibin, di qadên çand û tûrîzmê de pêngav bên avêtin.
Herdu aliyan li hev kir ku dê li ser bingeha vîzyona stratejîk a hevpar berjewendî û ceribandina diyar bikin, li herêmê ji bo ku ewlehî û îstiqrar bê pêkanîn bi hev re bixebitin, herwiha dubendiya mezhebî û etnîk jî di nav de hemû tehdîtên ku ewlehî û îstiqrara herêmê tehdît dikin berteref bikin.