Nihat Kavşut
22 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Kilûba Galatasarayê ragihand ku ji bona teknîk dîrektoriya tîmê bi Fatîh Terîm ra bo sal û nîvekê peyman îmze kirine.
Li gor daxuyaniya ku Galatasarayê ji Borsa Îstanbulê ra şand û li ser Platforma Agahdarkirina Kamuyê hat weşandin bi Terîm ra heta dawiya sezona 2018-2019an peyman hatiye îmzekirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ji bona teknîk dîrektoriya tîma Ayê ya fitbolê bo sal û nîvekê (nîva 2yemîn ya sezona fitbolê ya 2017-2018an û sezona fitbolê ya 2018-2019an) peyman hatiye îmzekirin. Li gor vê jî ji bona nîva 2yemîn ya 2017-2018an milyonek ewro û ji bona sezona fitbolê ya 2018-2019an 2 milyon ewro bistîne. Wek mayîn ji bona şampiyoniya Lîga Superê ya Tirkiyeyê jî bo her sezonekê wê 500 hezar ewro prîma serkeftinê bistîne."