Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz, di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî.
Hevdîtin di mala Barzanî ya li navçeya Selahadînê û bi qasî 30 deqîqeyî berdewam kir. Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin bidestxistin, di civînê de di serî de nefta di navbera Tirkiye û HKIFê de, li ser mijarên vejenê sekinîn. Hikûmeta Navend ya Iraqê jî di nav vê pêvajoyê de cî digire û di hevdîtinê de li ser hûrguliyên 'gelo em di vê pêvajoyê de rêyeke çawa bişopînin' sekinîn.
Rayedarekê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got "Em hêj nikarin bibêjin ku me Hikûmeta Navend ya Iraqê re li hev kiriye. Astengiyên der barê hin mijaran de berdewam dikin. Pêvajo bi hevdîtin û civînên dualî dê berdewam bike."