Li Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê Serbalyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Farûk Kaymakçi, Serkonsolosê Hewlêrê Mehmet Akîf Înam, Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê HKIyê Felah Mûstafa, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih, Waliyê Silêmaniyê Behroz Mûhammed û erkdarên din Davûtoglû pêşwazî kirin.
Davûtoglû dê beşdarî vekirina forûmê bibe. Axaftina vekirinê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Neçîrvan Barzanî dê bike. Moderatoruya forûmê jî dê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih bike. Ji bilî vê gelek siyasetmedar, rojnamevan û akademisyen beşdarî forûmê dibin. Di forûmê de dê li ser mijarên wek pirsgirêkên Iraqê, polîtîkaya neftê, têkiliyên Tirkiye-Îran-Iraqê, pêşeroj û rewşa têdeyî ya Sûriyeyê, li Rojhilata Navîn lihevnekirina mezheban û guherînên li Îranê bisekinin.