06 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2015
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş got: "Bangewaziya Saziyên Civakî yên Sivîl (STK) a ji bo aştiyê watedar û biqîmet e. Divê teleb û bangewaziyên ji bo aştiyê bidomin. Divê em li hemberî polîtîkayên şidetê ji bo aştiyê hewl bidin. Civat di vê mijarê de hesas e. Gel aştiyê dixwaze."
Demirtaş digel Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak, Parlamenterên HDPyê yên Diyarbekirê, şaredarên navçeyê hat mala şînê ya gundê Demirliyê û li vir sersaxî dan malbata Rezzan Kaya û Omer Koçê di bûyerên li Sîlwanê qewimîn de mirin.
Demirtaş piştî ziyareta malbatan, daxuyanî da rojnamegeran û îdia kir ku gelek welatiyên sivîl li taxên herêmê hatin kuştin.
Demirtaş destnîşan kir ku tu caran jiyan û canê mirovekî bi vî qasî bêqîmet nebibû û wiha dewam kir: "Yên ku vê yekê dikin, ew ê di 2yê mijdarê de cardin bi rastiyê re rûbirû bibin. Yên ku wiha derehiqûqê tevdigerin bila bizanibin ku dê roj were ew ê jî hesabê van kirinên xwe bidin."
-Gel aştiyê dixwaze
Demirtaş bal kişand ser daxuyaniya hevpar a 21 STKyan a "Teleba ji bo vekirina deriyên Îmraliyê û bangewaziya aştiyê" û got ku wan jî bi dehan caran ji bo aştiyê bangewazî kir ji bo aştiyê hewl dan. Demîrtaş wiha got:
"Bangewaziya Saziyên Civakî yên Sivîl (STK) a ji bo aştiyê wetedar û biqîmet e. Divê teleb û bangewaziyên ji bo aştiyê bidomin. Divê em li hemberî polîtîkayên şidetê ji bo aştiyê hewl bidin. Civat di vê mijarê de hesas e. Gel aştiyê dixwaze."
Demirtaş got ku HDPyê bi gelek cihan ve ji bo agirbestê hevdîtin kiriye û wiha pê de çû: "Me digel KCKyê daxuyaniyeke hevpar da, me got 'Em ji bo agirbestê amade ne.' Em agirbestê çêkin, cardin vegerin pêvajoya mizakereyan û bila hêzeke çavdêr bê diyarkirin...Em amadene ku di vê çarçoveyê de çekan bêdeng bikin. Lê niha bersiva ku Enqerê da me bibîrbînin. Gotin çi? Gotin 'Na' em naxwazin çek bên bêdengkirin. Bila çek daynin û werin teslîm bibin. Zanibin ku aliyê ku naxwaze şer dawî bibe Enqere ye. Lê eqsê vê me ji bo dawîlêhatina şer çi ket ser milên me, me bi cih anî."