BEXDA
Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Faruk Kaymakçi wiha got: "Ji 18 karkerên me yên ku li Bexdayê hatibûn revandin ji 2 kes serbest hatin berdan. Ew niha ji Basrayê tên welatê me. Ji bo ku welatiyên me yên din jî di demeke kin de serbest bên berdan welatê me xebatên xwe bi asteke xurt ve didomîne."
Di 2yê îlonê de li Iraqê herêma Sadrê 18 karkerên tirk ên ku ku di şirketeke mutehitiyê de dixebitin ji hêla komeke ku nasnameya wan nediyar û unîforme li xwekirî ve hatibûn revandin. Rêvebiran daxuyanî dabûn û gotibûn ku yên hatine revandin jê 14 karker in, 3 endezyar in û yek jî muhasibek e.
Du karkerên tirk Necdet Yilmaz û Ercan Ozpîlavcî li Basraya Iraqê serbest hatibûn berdan.