Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu der barê êrîşên li Mêrsîn û Edeneyê yên ser ofîsên HDPyê got ku "Min demek beriya niha bi Wezîrê me yê Karên Navxweyî re xeber da, faîl hat tespîtkirin û înşelah dê bê girtin. Gelo wê çaxê ew kesê ku wiha bêperwa em sûcdar dikin dê lêborînê bixwazin an na? Em faîlê dizanin, me tespît kir û min ji Wezîrê me yê Karên Navxweyî re jî got, her kî dibe bila bibe dê bê dîtin û wî teslîmê edaletê bikin. Lê dema hat teslîmkirin û faîl hat eşkerekirin ev çeteya kêmfirsend heye ya ew divê ji me lêborînê bixwaze."
Davutoglu di mitînga partiya xwe ya li Yozgatê de bangî gel kir.
Davutoglu got ku partiyên muxalefetê heman zimanê bi kar tînin û wiha axivî: "Qaşo li dijî hev in, HDP tiştek dibêje, MHP teyîd dike, CHP firsendê narevîne, ew jî teyîd dike, pişt re jî rêxistina paralel. HDPyî derketin û gotin 'Em ê Diyanetê rakin' CHPyê jî got 'Em ê jî rakin'. Ji bo Xwedê, gelo zarokên Bozokê firsendê dide van? CHP girt û ji bo ku îmam xetîban rake formula 1+8+4 derxist. HDPyiyan got 'dê em jî bikin.' Ji bo Xwedê, hûn car din destûrê didin zilmekê wekî zilma 28ê sibatê û hûn dihêlin ku îmam xetîb bên girtin? Pirsgirêka van bi dîn û îmana gel re ye. Gelo MHP li hember van çima bêdeng dimîne, çima naqîre û nabêje 'ez destûrê nadim girtina îmam xetîban'. Ji ber ku hemû pirsgirêkan ew e ku bi AK Partiyê re mijûl bûn."
-"Min her dem bang kir ku em bi hev re li dijî şîdetê derkevin"
Davutoglu diyar kir ku dê bangî hemû raya giştî bike û mijarekî derxîne holê û bi bîr xist ku li Edene û Mêrsînê êrîşê ofîsên HDPyê kirin.
Davutoglu da zanîn ku bûyer şermezar kirin, ji bo ku faîl bên dîtin telîmat da û her dem bangî partiyên siyasî yên din kir ku bi hev re li dijî şîdetê derkevin û wiha xeberda:
"Ji nişka ve HDPyî vegeriyan û gotin ku 'li pişt van êrîşan îqtidar, Serokomar û Serokwezîr heye.' Va ye vir rast e ku her cure protestoyê ji wan re bikin. Pişt re bangî MHPyê kirin û gotin 'Em dizanin hûn nakin lê bibêjin ku me nakin.' MHP firsendê narevîne, guh da daweta HDPyê û got ku 'Me nekir, AK Partiyê kir.' CHP kanê ve Kiliçdaroglu heye ya, kanê yê rêya ku diçe nizane, sindoqa ku dê wir deng bide nabîne û di namzediya xwe de nikare ji bo xwe deng bide heye ya, ew mêrikê ku rêya xwe şaş kiriye, kanê ew ê li pirika rê de diçe berevajî siwar bibû ya.. Devê me vedike. Niha ew derket du saetan de çawa keşf kiribe êdî got ku 'Li pişt vê êrîşê AK Partî heye.' Çima? Ji ber ku ji rêxistina paralel telîmateke wekî 'hûn hemû heman tiştên bibêjin' hat ji ber wî. Ez niha eşkere dikim, belê demek beriya niha min bi Wezîrê me yê Karên Navxweyî re xeber da, faîl hat tespîtkirin û înşelah dê bê girtin. Gelo wê çaxê ew kesê ku wiha bêperwa em sûcdar dikin dê lêborînê bixwazin an na?"
Davutoglu diyar kir ku kiryar hat dîtin û înşela dê teslîmê edaletê bikin û got "Lê dema hat teslîmkirin û fail hat eşkerekirin ev hemû çeteyên kêmfirsend hene ya hemû divê ji me lêborînê bixwazin."
-"Gelo HDP dikare heman tiştê bibêje an na"
Davutoglu destnîşan kir ku di heyama AK Partiyê de tu birêvebirên AK Partiyî, tu endamên teşkîlatê di nav tu çalakiyên şîdetê de cî negirtin.
Davutoglu da zanîn dema ku ji bo AK Partiyê doza girtinê hat vekirin, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wekî Serokê Giştî û Serokwezîr got ku "Tu kes dê danekeve kolanan, tu kes dê protestoyê neke. Em dê li benda biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bisekinin." û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Heta niha tu kesî nedîtiye ku AK Partî li tu derê tevî tu bûyerên şîdetê bûye, dê ji niha pê ve jî nebîne lê gelo HDP dikare heman tiştê bibêje? Demîrtaşê ku ji Qendîlê telîmatan distîne dikare bibêje ku 'ez li dijî şîdetê me?' Tu dê li çiyê terorê bikî, li deştê qala aştiyê bikî, tu dê ji AK Partiyê hesab bipirsî ne wisa? Nikarin ji AK Partiyê hesabê bipirsin, AK Partî ji we hesabê dipirse."