Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan di merasima Park û Qonaxa Seymen a li navçeya Mamakê de axivî û got rêxistina terorê mal bi mal digere û gel tehdîd dike, dema nekarin biçin jî nameyên tehdîdê dişînin.
Akdogan wiha axivî:
"Niha ez ji Selahattîn Demirtaş dipirsim, tu çawa vê qebûl dikî? Niha tu li rojava bûyî hewariyê demokrasiyê ya, te qibleya xwe zivirand Nîşantaşiyê. Tu niha pozên gelekî şirîn didî. Ez jî dibêjim ku hin kes va yên ku hûn dûvika wan in, di bin wesayeta wan de nin, rêxistina terorê ya ku lîsteyên we jî diyar dike, rêxistina terorê ya ku di her gotina we de ji we re dike şer, niha mal bi mal nameya tehdîdê ji mirovan re dişîne, nameyên xeracê dişîne. Madem tu demokrat î, gelo tu dikarî rabî û ji KCKyê re, ji PKKyê re, Qendîlê re bibêjî 'Tu gel tehdît neke, nameyên tehdîdê neşîne, nameyên xeracê neşîne'. Hadê tu nikarî li hember Qendîlê dengê xwe derxînî, ji KCKê re gotinekê bibêjî bangî gelê herêmê bike, bibêje ku 'Ey gelê herêmê, tu guh nede van nameyên tehdîdê yên ku HPG, PKK û KCK wan dişîne, guh nede nameyên xerac û tehdîdê, bi vîna xwe ya azad deng bide' gelo tu dikarî bangeke wiha bikî? Heke tu nekarî van bikî, tu nekarî vê bangê ji welatî û KCKyê re bikî ji te tu demokrat filan dernakeve."
- "Armanca wan serkeftin nîne, armanc ew e ku AK Partiyê têk bibin"
Akdogan da zanîn ku heke AK Partî biçe dê ewlehî û îstiqrar xira bibe û Tirkiye cardin biçe ber deriyê IMFyê.
Akdogan diyar kir ku beriya îqtidara AK Partiyê nikaribûn li Tirkiyeyê mehaneyên karmendan bidin û wiha axivî: "Diçûn ber deriyê IMFyê û ji bo milyar dolarekî digiriyan. Niha cardin dixwazin ku Tirkiye bibe bendeyê wan, di nav xwe de bimîne û bêbandor be. Projeya vegerîna Tirkiyeya berê ji bo vê ye. Ev muxalefet di rastiya xwe de dizane ku koalîsyon nabe. Niha koalîsyona muxalefetê çêbû, di muxalefetê de bûn yek. Hemû wekî partiyek tenê ji bo heman armancê xizmetê didin. Armanca wan serkeftin nîne, têkbirina AK Partiyê ye. Heke AK Partî têk biçe dê çi bibe, dê vegerin Tirkiyeya berê."
-"Welatiyên me bila bi awayekî azad biçin ser sindoqê"
Akdogan got ku AK Partî hewl dide ku bigihêje vîzyona sala 2023yan û Tirkiyeya nû ava bike, di Tirkiyeya nû de ji bo ku welatekî ku kes cuda nebe, tu kes biçûk neyê dîtin û neyê dûrxistin ava bikin têkoşînê didin.
Akdogan got "Kesê ku ji demokrasiyê bawer bike rêbaza çekdar, têkoşîna çekdar betal dike, şermezar dike û ji bin wesayeta wê derdikeve" û wiha axivî: "Ji ber vê jî ez dibêjim ku pêşketina van, xurtbûna van xizmeta demokrasiyê nake. Welatî deng didin van lê gotina mirovên çekdar ên li pişt wan diçe serî, hikmê gotinên wan heye."
Akdogan bal kişand ku gel dê ser sindoqan bi vîna xwe ya azad dahatûya xwe diyar bike û axafitna xwe wiha berdewam kir: "Em ê hemû bi hev re Tirkiyeya nû diyar bikin. Ji kîjan partiyê re dibe bila bibe welatiyên me bila bi awayekî azad biçin ser sindoqê, vîna xwe nîşan bidin. Bila bibêjin ku di dahatûya Tirkiyeyê de 'ez jî xwedan gotin im."