ANKARA
Wezîrê Karên Derve Davutoglu ragihand ku ziyareta Serokê PYDê Salih Mûslim berê hatibû plankirin. Hevdîtin bi tenê li ser mijarên Rasulaynê çênebû. Peyamên ku Mûslîm di hevdîtinê de û piştî hevdîtinê dan jî li gor prensîbên Tirkiyeyê ye.
Davutoglu li Enqerê di Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Atatûrkê de polêsên ku di êrîşa ku li Balyozxaneya Tirk ya li paytexta Somaliyê Mogadîşûyê de birindar bibûn ziyaret kir.
Piştî ziyaretê Davutoglu pirsên rojnamevanan bersivand. Li ser pirsa ziyareta Serokê PYDyê Mûslîm, Davutoglu diyar kir ku ziyareta Mûslîm helbet bal kişand, lê di van mehên dawîn de li ser pêvajoya çareseriyê ya ku li Tirkiyê didome ji xwe ew bi hemû Kurdên li Sûrîyê ve hevdîtinan pêk tînin.
Davutoglu destnîşan kir ku Tirkiye di nav pêvajoyê de hewl dide ku hemû alî û Kurdên li Sûriyê jî di muxalefetê de cih bigrin û wiha pê de çû: "Ev ziyareteke bi plan bû. Wisa hat fêmkirin ku ev hevdîtin ji bo bûyerên li Rasulaynê pêk hat, lê ev ne rast e. Helbet vê jî maneyeke bi taybet li ser ziyaretê kir."
Davutoglu daxwazên Tirkiyê rêz kir û wiha axivî: " Bi serî de 3 daxwazên me hebûn. Ev tiştên birêzîk bûn. Çawa ku em Kurdan re dibêjin em di heman tiştan ji Sunî, Tirkmen û Nusayriyan re jî dibêjin. Yek, piştgiriyê nedin rejîmê û nebin alikarê vê zilmê. Du, heta ku parlementoya Sûriyê pêk neyê di nav pêvajoyeke bi fermanwari de cih negrin. Sê, di nav çalakiyeke zirarê bide ewlehiya Tirkiyeyê de cih negrin. Dema em lê binêhêrin fikrên Salih Mûslîm yên ku di civînê de got û peyamên ku piştî civînê dan zelal in. Mûslim diyar kir ku wê piştgiriyê nedin rejîmê û daxwazeke wan a xweserî, an daxwazeke din tune ye. Lê wek komên muxalif yên din helbet mafê wan jî heye ku ew li herêma ku dijîn de reveberiyeke sîvîl ava bikin."
Davutoglu diyar kir ku beşdarbûna Kurdan a muxalefetê girîng e û wiha got. " Em hêvî dikin ku ew bi muxalefeta sûriyê ve pêwendiyan ava bikin. Ji bo vê jî, ji me alîkarî xwestin. Me jî bi muxalefeta Sûriyê ve hevdîtin pêk anîn û emê jî hewl bidin û alîkarî bidin ku komên Kurdan bila di nav muxalefetê de cih bigrin."
Davutoglu bûyerên Misirê jî nirxand û wiha got: "Tevgera Tirkiyê ya der barê vê meselê diyar e. Em hêvî dikin ku Misir bi lez vegere pêvajoyeke demokratîk. Divê demokrasî bê restore kirin. Hemû hevdîtinên me ji bo vê ye. Di rojên dawîn de bûyerên biêş qewimîn. Bi taybetî jî di xwepêşanan de 200 birayên me mirin û ev rewş bêtir nebaş bû."
Davutoglu der barê êrîşa ku li Balyozxaneya Tirk ya ku li paytexta Somaliyê Mogaduşiyê hat kirin jî axivî. Davutoglu destnîşan kir ku Tirkiye li Somaliyê de di van salên dawîn de serkeftineke baş nîşan daye. Di jiyana ku li Somaliyê ya ku ber bi normaliyê ve diçe û pêvajoya ku siyasî ya ku dest pê dike de alikariya Tirkiyeyê gelek e.
Davutoglu sersaxî da malbata Sînan Yilmazê ku di êrîşê de mir û dîsa sersaxî da teşkîlata ewlehiyê û ji bo polêsên birîndar jî şifa xêrê xwest. Davutoglu wiha axivî: "Dewleta Tirkiyeyê di demên dawîn de li her derê dinyayê û helbet li Somaliyê jî li cem birayên xwe yên ku hewcedariya wan şewqet, qudret û baweriya ji Tirkiyê heye disekine."