ANKARA
Arinç di bernameyê de li ser pêvajoya çareseriyê axivî û li ser pirsa "Di rewşa pêvajoya çareseriyê ya niha de, gelo hin mekanîzmayên ku çareseriyê naxwazin di dorê de ne an, dixwazin peyamekê bidin hikûmetê" diyar kir ku hikûmetê pêvajoya çareseriya bi Pêşnûmaya Bihevrebûn û Yekitiya Neteweyî dest pê kir. Hikûmetê di vê pêvajoyê de verastkirinên gelek girîng çêkirin.
Arinç got ku heya ku çek bêhis nebin em nikarin bibêjin ku em di têkoşîna bi terorê re bi ser ketin û diyar kir ku ev 10 sal in hikûmet difikire ka dê çareseriyekê çawa çêbe. Arinç got ku divê rêxistin bi çêkên xwe ve biçe û dev ji çekan berde û em bibin wek welatekî ku li ser siyaset û ramanan tê axaftin. Arinç dest nîşan kir ku piştî telîmata Abdullah Ocalan ya di 8ê gulanê de vekişînê dest pê kir û axaftina xwe wiha domand: "Ji 8ê gulanê heya niha 75 roj derbas bûn, derketinan dest pê kir. Derketin ji sedî 15 an jî 20 e. Dibe ku zêdetir be jî. Rêxistinê li gor xwe stratejiyek diyar kiriye. Ji bo derketina ji sedî sedî mehên îlon û cotmeh hatine diyarkirin. Heya wan mehan dê derketin çêbe. Em dizanin ku derketin çêdibe, rayedar jî dizanin ev yek bes e. Lê pirsgirêka me tenê ev e ku derketin zehf zû çênabin. Beriya niha jî hin hewldan û derketin çêbûne, mesela 93an de, pişt re... Lê tu encam nedane, bi awayekî pêşî hatiye girtin, çareserî hatiye sabotekirin."
Arinç got ku pêvajo li hember hemû astengiyan bi erênî didome û diyar kir ku piştî telîmata Ocalan qanîkirina birêvebiriya Qendîlê ya ji bo vî karî hêsan bû lê ya qedemeya navîn zehmet bû. Hin hêzên çekdar gotine ku "Tiştek bi vî awayî çawa çêdibe, ma em çima derketine çiyê, heya em negihêjin armancên xwe dê emê çawa dev ji çekan berdin?" û carinan serî hildane. Em vê yekê ji hin ajansên nûçeyan û ji daxuyaniyên wan hîn bûn. Em dizanin ku niha nikarin hin hêzên li wan deran hem jî di hundir de qontrol bikin. Ev hêzana ji bo ku hikûmetê û rêxistinê bixe zoriyê hin çalakiyên derqanûnî li dar dixin.
Arinç diyar kir ya girîng ew e ku mekanîzmeya navend li gor îstiqameta Ocalan tevbigere. Heke biryarên wira û vira biguhere, dê pêşketin çênebe û her tişt dê berevajî bibe an jî heke hikûmet li hember bûyeran helwesteke xwe biguhirîne dê pêvajoya çareseriyê jî biqede.
Birêz Serokwezîr jî hikûmeta me jî dê heya dawiyê şopînerên pêvajoyê ne. Em vê yekê weke derfeta dawî ya Tirkiyeyê dibînin. Emê li hember provakasyon û astengiyan bi sebr bin. Têkoşîn neqediyaye, heya ji aliyê din çalakiyek çênebe bêguman dê hêzên me yên ewlehiyê jî ji cihên xwe mudaxeleyê nakin.
Arinç diyar kir ku hin hewldanên provakatîf û hin kesên di nav cil û bergên seyr de ku bi çend navan xwe didin naskirin û yên ku BDP wan red dike, hene. Dibe ku ev yek protestoyek an jî xwepêşanek bibe. Bingeh û hêza yek ji van jî tuneye lê ev hin hewldanên provakatîf in.
Hat destnîşankirin ku birêvebirên rêxistinê daxuyaniyên xwe de gotine ku "heke hikûmet sozên xwe bi cî neyne dê piştî 15ê cotmehê bikevin di nav helwesteke çalaktir." Li ser vê yekê Bûlent Arinç got ku divê bizanin ka çi diaxivin. Heke niyeta wan baş be divê çareseriyê sabote nekin. Tenê ne Karayilan, Ok, Kalkan filan û bêvan ne yên di hundir de jî. Di serî de birêz Selahattîn Demîrtaş û gelek parlementerên partiya wî divê haj gotin û tevgerên xwe hebin.
Arinç diyar kir dibe ku meşên nîvê şevê gel tehrîq bikin û bibe sedem ku bibêjin "ev çawa çareserî ye, evana dixwazin çi bikin?" Me bangeşeyên ku di xwe de hêmanên sûcê nahewînin ji sûcbûnê derxistin. Bila me poşman nekin. Heya niha ji bangeşeyê gelek kes di girtîgehê de bûn. Ev yek hem kêrî parlementerên hundir hem jî siyasetmedarên der ve hat. dDvê vê yekê ji bo nebaşiyê bi kar neynin. Xerabî kêrî Tirkiyeyê nayê û bêbertek jî namîne.