ANKARA
Burkay di navenda partiyê ya giştî de civîneke çapemeniyê li dar xist û der barê mijarên rojevê de axivî.
Burkay diyar kir ku pêvajoya aşitiyê û makezagon girêdayê hevdu ne. Heta ku pirsgirêka kurdan neyê çareserkirin Tirkiye nikare demokratîk bibe. Ev jî heta ku makezagoneke ku pirsgirêka kurdan çareser bike neyê avakirin çareser nabe.
Burkay îfade kir ku li Tirkiyê pirsgirêka kurdan bi PKK û çêkên wê derneketiye holê. PKK çekan bi tevahî bihêle û ji holê rabe jî ev pirsgirêk çareser nabe.
Burkay xwest ku statûyeke federal çêbibe, zimanê kurdî bibe zimanê fermî yê duyem, di makezagonê de bila mafên kurdan bê dayîn û dersên olî yên mecbûrî jî bila ji holê bên rakirin û wiha pê de çû: "Li cihanê di cihên din de çawa ku bi dehan yên pirsgirekên wiha hatine çareserkirin, pirsgirêka kurdan jî wê wisa bê çareser kirin. Hewcedariya Tirkiyê guherîneke bi xurt û demokrasiyê heye. Ji bo vê jî hewcedariya makezagoneke nû ya ku bi serî binê divê bê guhertin heye."
Burkay bangî BDPyê kir û got ku divê BDP bi tenê guh nede Îmraliyê û Qendîlê, divê xwedî li mafê kurdan derkeve. Li ser mijara çareseriyê û makezagonê de projeyên zelal çêbike.
Burkay li ser pirseke rojnamevanekî diyar kir ku ziyareta Serokê PYDyê Salih Mûslîm ziyareteke baş e.
Burkay bi bîr anî ku wê li Hewlêrê Konseyeke bilind ya Kurdan li hev bicive û hemû rêxistinên kurdan wê li wir xwe temsîl bikin. Burkay diyar kir ku ji 1970an û vir ve daxwaza konseyeke wiha hebû lê pêk nehat. Ji hêla din ji bo ku hêvî neyên şikestin divê mirov benda gelek tiştan nemîne.