TBMM
Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek der heqê êrîşên ku Îsraîl dibe ser Xezeyê de got: "Li Xezeyê bi tenê ne kesên ku hatin kuştin, mirovahî û tevgera hevkarî ya mirovahiyê jî hat qetilkirin."
Çîçek daxuyaniyeke nivîskî belavkir, bal kişand ser êrîşên Îsraîlê ku ji 10 roj berê ve li ser Xezeyê dest pêkirine û diyar kir ku di êrîşan zarok û jin di serî de gelek kesî can da û binesaziya Xezeyê jî her ku diçe xeradibe.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi destpêkirina operasyonên bejayî ve hejmara mirî û birîndarên xezeyî dê zêdetir bibe û wiha hat gotin: "Êrîşên ku Îsraîl ji hewa, beja û behrê ve dibe ser Xezeyê bi tu awayekî nayê îzah kirin. Tu hinceteke ji bo 4 zarokên ku li perava Xazeyê dileyîstin û bi bombekirinê ve hatin kuştin tuneye. Gelo ew kî ye û çi wîjdan e ku zarokên haya wan ji tu tiştekî tuneye û bi bombeyan ve tên kuştin, qebûl bike."
Cemîl Çîçek civakên navneteweyî jî di daxuyaniya xwe de rexne kir û wiha pê de çû: "Tu gotin, ji bo qala vê zilm û zora ku qedr û qiymetê nade tu pîrozbahî û wîjdana mirov têr nake. Mixabin civakên navneteweyî bi tenê van êrîşan temaşe dikin û tu tiştekî nakin."
Serokê TBMMyê Çîçek ji bo ku balê bikşîne ser rewşa Xezeyê ji serokên parlemento û saziyên navneteweyî re dê name bişîne.