Şahîn di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir ku xusûsiyeteke kevneşopiya hişmendiya Îsraîlê jî ew ku bi taybetî di rojên pîroz ên misilmanan de zirarê didin wan.
Şahîn bal kişand ku Îsraîl bi zirara ku dide misilmanan ve adeta "zewqeke sadîstane" distîne û wiha pê de çû: "Li Xezeyê bû sedema mirina zêdetirê wan zarok û 200 mirovî. Dibêjin ku 'ji Xezeyê fuzeyan davêjin me', baş e wisa be li Îsraîlê çend kes ji wan fuzeyan mirine? Tenê kesek jî miriye? Ev hemû senaryoyek e."
- "Neteweyên Yekbûyî ji bo çi bûye yek"
Şahîn destnîşan kir ku hemû dinya êrîşan temaşe dike û wiha dewam kir: "Mixabin Rêveberiya Îsraîlê li Rijhilata Navîn wekî fitnekî ye. Li pêşiya aşitiya rojhilata navîn heta ji bo ya dinê astenga herî mezin e. Mixabin dinya jî li hemberî van kiryaran tenê di pozîsyona temaşekirinê de ye. Tu wateya wê tine ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî banga agirbestê dike. Nexwe mirovên ji dinê wiha pirs dikin; 'Neteweyên Yekbûyî ji bo çi bûye yek?'. Heke ku wê rê li pêşiya nakokî û dijayetiyên bi vî rengî negre û dawiyê li draman neyne, nexwe sedema heyîna wî çi ye?"