Safiyenur Aydaş
26 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2026
Li Gazîentab û Şanliurfayê kelekela germa havînê tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li Gazîentaba ku germahiya hewayê cih cihan di ser 40 pileyî da hat pîvan, welatî ji ber germê li ber sîberan wextê xwe derbas dikin.
Li bajêr bi tesîra hewaya germ, liv û lebata di kuçe û kolanên sereke da kêm bû û hin welatiyan jî bi ava kaniyan ser û çavê xwe şûştin da ku hênik bibin.
Meydana Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê ku ji cihên herî qelebalix ên bajêr e û her wiha derdora wê, ji ber germê xalî man.