Muhammet Kurşun
21 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
ANKARA
Parlamenterê HDPê Îdrîs Balûken di çarçoveya lêpirsîna terorê careke din hat binçavkirin.
Balûken, ji aliyê ekîbên Şûbeya Têkoşîna li dijî Terorê ser bi Rêvebiriya Emniyeta Enqereyê hat desteserkirin.
Balûken piştî kontrola tenduristiye birin Emniyeta Enqereyê û ji aliyê Serdozgeriya Enqereyê dê bi telîmat îfadeya wî were girtin.
Parlamenterê HDPê di 30ê Çilehê de biryara tehliyeyê der heqê wî de hatibû dayîn û li ser îtirazê 17ê Sibatê careke din biryara girtinê derket.