21 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
TBMM
Parlamenteriya Fîgen Yuksekdaga Parlamentera HDPê ya Wanê piştî biryara cezayê wê ku teqez bû ket.
Li Lijneya Giştî ya TBMMyê berî hevdîtinên pêşniyazên koman, tezkereya Serokwezîriyê hat xwendin.
Di tezkereya Serokwezîriyê da, hat bibîrxistin ku biryara 27ê Mijdara 2013yan a der heqê "ji ber propagandaya rêxistina terorî" cezakirina Yuksekdagê da ji aliyê dadgeha temyîzê va 22yê îlona 2016an hat pesendkirin. Di tezkereyê da hat xwestin ku li gor madeya zagona bingehîn a eleqedar çi hewce ye bê kirin.
Hejmara kursiyên HDPê yên li meclisê daket 58an.
Li gor zagona bingehîn, biryara dadgehê ya der barê kirina sûcekî ku rê li ber parlamenteriyê digire wextê ku li Lijneya Giştî ya TBMMyê bê xwendin, hewceyî bi dengdayînê namîne û ketina parlamenteriyê teqez dibe.