21 Sibat 2017•Rojanekirin: 23 Sibat 2017
MARDİN
Şaredariya Nisêbîna goristana ku mezelê 8 kesên 30 sal berê ji aliyê PKKya rêxistina terorî li Açikyolê hatibûn kuştin lê ye kir goristana şehîdan.
Bi telîmata Qaymeqam Ergun Baysalê ku di çarçoveya biryarnameyan da wek Wekîlê Şaredarê Nisêbînê hat wezîfedarkirin dorberê goristina ku mezelê 8 kesên 30 sal berê bi destê PKKya rêxistina terorî hatibûn kuştin lê ye hat temîrkirin.
Sergo û qirşqalên li goristana ku Midûriyeta Karûbarên Fenê xiste goristana şehîdan hatin paqijkirin, paşê jî der û dora herêmê li gor mîmariya herêmê hat kevirkirin.
Alaya ku goristanê wek goristana şehîdan nîşan dide jî li ber hat dardakirin û ji bo bîranîna 8 şehîdan kanî hat çêkirin. Ji navenda navçeyê hetanî goristanê 15 kîlometre rê hat asfaltkirin.
Baysalê Wekîlê Şaredarê Nisêbînê got, "Ji bo şehîdan û malbatên wan em çi bikin nikarin heqê wan bidin. Me xwest ku goristana şehîdên xwe têxin halekê wisa ku li wan bê. Bi vê wesîleyê em çarekî dîsa rihmê li şehîtdn xwe tînin."
Xizmên şehîdan jî herwiha kêfxweşiya xwe îfade kirin ku Cîgirşaredarê Nisêbînê Baysal xwedî li şehîdiyê derketiye.
Midûrê Çand, Peywendiyên Gelemperî û Çapemeniyê Kemal Aslan ku di heman demê da xizmê şehîdekî ye, diyar kir ku wan li ser talîmata Baysal şehîdî verast kir.
Aslan destnîşan kir ku rêxistina terorî 30 sal berê avêt ser gundê Açikyolê û qetlîam kir û wiha axivî:
"Ev bêtirî 30 salî ye ku li vê şehîdiya me cara yekê Alaya me ya li ba dibe. Cîgirşaredarê me ji şehîdiyê xeberdar bû. Li ser talîmata wî me li vir xebatek pêk anî. Vir berê wekî goristaneke normal xuya dikir. Piştî xebata me şehîdgeha me hat verastkirin. Em li ser navê malbatên şehîdan sipasiya Baysal dikin."
Rêxistina terorî PKKyê di 7ê Adara 1987an da avêtibû ser gundê Açikyolê û Şerini Tunç (24), Selma Tunç (16), Felek Tunç (6), Şerife Tunç (50), Cumhur Tunç (54), Bedran Erdem (17), Suleyman Ayik (14) û Selim Ayik (10) şehît kiribûn.