23 Îlon 2016•Rojanekirin: 24 Îlon 2016
ÎSTANBUL
Ahmet Altanê ku di çarçoveya jêpirsîna hewla derbeyê ya FETOyê da hatibû binçavkirin ji ber sûcê "endamê rêxistina terorê ya çekdar, hikûmeta Komara Tirkiyeyê ji holê rakirin, astengkirina kar û barên wê" hat girtin.
Ahmet Altan di çarçoveya lêpirsîna der barê hewla derbeya 15 Tîrmehê ya FETOyê ku ji hêla Buroya Sûcên Teror û Rêxistinî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê va sewqî dadgehê hatibû kirin bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan. Dozgeriyê li vê biryarê îtiraz kir û Hakimiya Ceza Sulha 1î ya Stenbolê a nobedar biryara qefaltinê da. Altan piştî binçavkirinê anîn hakimiya Qesra Edaletê ya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Hakimiya nobedar a ku ji bo Altan biryara girtinê derxist ji ber sûcên "endamê rêxistina terorê ya çekdar, hikûmeta Komara Tirkiyeyê ji holê rakirin, astengkirina kar û barên wê" biryara girtinê da.