23 Îlon 2016•Rojanekirin: 24 Îlon 2016
HAKKARÎ
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê siyasetmedaran bertek nîşanî êrîşên PKKya rêxistina terorê dan ku tê da hêzên ewlehiyê, derdorên siyasî û sivîl dimirin.
Serokê Bajarê Hekariyê yê AK Partiyê Nurettîn Firat daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku bi siyaseta xendek û çalan, bûyerên terorê û kuştinan haya gel ji rûyê rêxistinê çêbûye û got ku maskeyê wê ketiye.
Firat diyar kir ku bi têkbirina FETOyê û paqijkirina bêbextên di nav lêşkeriyê da têkoşîna li dijî PKKyê ji nû va dest pê kiriye û wiha xeberda: "Bi operasyonên dawîn hêza rêxistina terorê şikest. PKKya rêxistina terorê bi kuştina siyasetmedarên AK Partiyê dixwaze bitirsîne. Lê divê baş bizanibin ku me di vê rêyê da kefenê xwe hazir kiriye."
Firat destnîşan kir ku Tirkiye lîstikên dagirker ên Îngilistan û Amerîkayê xera dike û got ku li ser PKK zêdetir dest diavêje tundî û terorê.
Firat wiha got:
"Heke em li gor vê rastiyê bifikirin emê bibînin çima hemû rêxistinên terorê û PKK li herêmê êrîşî teşkîlatên AK Partiyê dikin. Îdealên me mezin in, doza me pîroz e, rêya me zor e, hedefa me bimbarek e, lîderê me biesl û mumîn e. Bawer bikin ku hemû rêxistinên terorê û hêzên mezin ewê li ber kadroyên AK Partiyê û lîderê wê yê têk herin. PKK, DAEŞ, FETO û rêxistinên wek wan ji heman çavkaniyî xwe xweyî dikin. Gelê kurd rûyê wan ê rastî dît û hewla me jî dît. Ew ê ji bo tariyê bixebitin, kadroyên AK jî ji bo hêviyê û rojên ronî bixebitin. Welat û miletê me ça ku di 15ê Tîrmehê da li Serokomar Erdogan xweyî derket ew ê li dijî rêxistinên terorê jî xweyî derkevin."
- "Dibê dev jî êrîşan berdin"
Serokê Bidlîsê ê HUDA PARê Cela Gul jî diyar kir ku wek partî hetanî îro li aliyê tundiyê nesekînin, rast nabînin ku tundî wek çareserî bê dîtin.
Gul got ku tu daxwazeke mafan mirina kesên bêguneh meşrû nîşan nade û wiha aixivî: "Kesên ku dixwazin li ser navê eniyên bêxêriyê welatê me kaşî kaosê bikin dibê demildest dev ji van êrîşan berdin. Dibê tundiyê ji nav jîngehên sivîlan derxin."
Gul got gelê mezlûm dizane ku kî qesdî can û hizûra wan dike.
Gul diyar kir ku ew wisa bawer dikin gel wê di çarçoveya hiqûqê da berteka hewce dike nîşanî rêxistinên terorê bide û wiha pê da çû: "Dewleta ku berpirsê parastina can û malê miletê ye di çarçoveya edaletê da divê wezîfeya xwe bike. Me bal kişandibû ser xeletiyên ku di pêvajoya çareseriyê da hatin kirin. Rêxistina ku ji meydana dewletê vekir îstifade kir îro navendên bajaran anîye wî halê ku meriv nikare lê bijî. Ev zirar û ziyana madî û manewî ya ku hatiye dayîn divê dewlet pişt guh neke û bibîne. pirsgirêk û hewcedariyên gel divê demildest bên tespîtkirin û daxwazên meşrû yên gel neyên redkirin."
- "Miletê me divê li hemberî terorê stûyê xwe xwar neke"
Serokê Bajarê Mûşê yê Partiya Seadetê Maşallah Korkmaz jî êrîşa li ser Ahmet Budakê ku di hilbijartinên 1ê mijdarê da li Hekariyê ji AK Partiyê wek namzedê parlementeriyê beşdar bûbû, hat kirin şermezar kir û got ku ew vê yekê qebûl nakin û wiha pê da çû: "Budak li pêş çavên zarokên xwe ji hêla PKKya rêxistina terorê va hat kuştin. Ez Ahmet Budak û malbata wî ji nêz va nas dikim û wisa xeberdidim. Ew li herêmê yekî xwedî hurmet û miletê jê hez dikir. Xêrxwaz bû. PKKya rêxistina terorê weke ku em her roj şahîdiyê dikin herî zêde zirarê dide gelê kurd, miletê bê mal û zarokan jî sêwî dihêlin. Emê tu car fersendê nedin terorê û bila xelqê me jî di vê heyamê da bila li cem siyasetmedara bin û li hemberî terorê stûyê xwe xwar nekin."