14 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2016
ERZÛRÛM
Dêra Oşvankê ya hezar salî ya li Ûzûndereya navçeya Erziromê, bi taybetiyên xwe yên mîmarî bala turîstên herêmî û biyanî dikşîne.
Dêra Oşvankê di sala 963-973yan da li Taxa Çamliyamaçê hatiye avakirin. Bagrat û Davîtê lawên Qralê Gurcî dêr dane çêkirin. Li dêrê kîtabeyên ku li ser der barê mîmarî, xemilandin, pêvajoya avakirina dêrê da agahî hatine nivîsîn hene. Herwiha di kîtabeyan da cih dane hin beşên ji Încêlê girtine.
Dêr ji hêla dîn û dîrokê va zehf girîng e. Her sal gelek turîstên biyanî û herêmî dêrê ziyaret dikin.
Hîndekarê Beşa Dîroka Hunerê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Ataturkê Prof. Dr. Haldûn Ozkan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku dêr ji berhemên biqîmet ên li Erzirom û derdora Erziromê yek e û wiha dewam kir: " Dêr ji hêla plan, mîmarî û xemilandinê va bi qîmet e. Taybetiyên wê yên girîng hene. Gava ku em wê bi nasnameya wê ya hunerê va îfade dikin em wê wekî 'Ayasofyaya Rojhilatê' terîf dikin."
Ozkan der barê dêrê da agahî da:
"Plana Bazîlîkal, Xeça Yewnan û trîkonkhos anîne bal hev û dêr bi van 3 planan çêkirine. Motîfên gotîk û barok ên ku em wan di mîmariya Ewropayê da dibînin, berî sedan salan di vê dêra da hatine bikaranîn. Ev jî nîşaneya dewlemendiya vê avahiyê ye."
Ozkan wiha dewam kir: "Taybetiya wê ya herî girîng ew e ku em navê mîmarê wê nizanin. Mîmarê bi navê 'Oşklu Grîgol' bi alîkariya şêniyên gund berhemeke giranbiha ava dike. Li ser kîtabeyên wê nêzî 20î nivîs hene."
Prof. Dr. Ozkan destnîşan kir ku li ser kîtabeyan cih dane hin beşên Încîlê jî.
- Divê bê restorekirin
Ozkan diyar kir ku 11 sedsal e ku bi hemû îhtişama xwe va li ser piya ye û wiha dewam kir:
"Gava ku em bala xwe didine dîwarên dêrê, em dibînin ku dîwar di hev du da hatine çêkirin. Dîwarên dêrê şideta erdhejê dişikîne. Lê qismekî dêrê êdî di din talûkeyê da ye û divê bê restorekirin."