Önder Beyter
15 Tebax 2018•Rojanekirin: 16 Tebax 2018
ANTALYA
Têjikên kûsiyên deryayê ku ji hêlînên xwe yên li qeraxê Çiraliya Antalyayê derketin, ketin ava deryayê.
Li navçeya Kemerê ew pêvajo dewam dike û têjikên ku ji hêkan derdikevin, dikevin deryayê. Waliyê Antalyayê Munîr Karaloglu û gelek tûrîst jî beşdarî rêwîtiya dijwar a têjikên caretta carettayan bûn.
Karaloglu ligel Bayram Kutle ku endamê Koperatîfa Parastin, Pêşxistin û Kargeriya Hawirdorê ya Ulupinarê ye û li derdora xwe wekî "bavê carettayan" tê naskirin, hêlîn vekirin. Têjikên ku ji hêlînan derketin hatin tesbîtkirin û herwiha di vê mijarê da zanyarî dan welatiyan jî.
Karaloglu li vê derê daxuyanî da rojnamegeran û herwiha di daxuyaniya xwe da jî got ku ji Gazîpaşa bigire heya Kaşê li qeraxên Antalyayê ku 650 kîlomêtro dirêj in, caretta di gulanê da tên hêkên xwe datînin û di meha tebaxê da jî têjik ji van hêkan derdikevin û berê xwe didin deryayê.
Karaloglu bal kişand ku li herêma Çiraliyê gel baş miqatî carettayan e û wiha dewam kir, "Li vê derê xebatên xwebexş tên kirin. Xebat bi destê koperatîfa parastina hawirdorê ku ji aliyê welatiyan hatiye damezirandin, tên meşandin. Ji ber vê hesasiyeta wan, ez spasiya xelkê Çiraliyê dikim. Têjikên ku ji van hêkan derdikevin, bi salan şûnda cardin ji bo hêkkirinê vedigerin. Em ê van qeraxan biemilînin, lêbelê divê herkes pê bizanibe ku candarên din jî vê plajê diemilînin. Divê teqez tu kes destê xwe nede hêlînên kifşkirî."