14 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2016
ANKARA
Fethî Şarlatanê berpirsyarê qaşo yê qada bakur ê HPGê ya ku KCKya şaxa rêxistina terorê PKKê ku navê wî yê qod Sabrî Başkale ye di operasyona li herêma Metînayê giran birîndar bû.
Li gor daxuyaniya çavkaniyên leşkerî, di 28ê gulanê de li Metînaya bakurê Iraqê operasyonê dest pê kir. Wezareta Karên Navxweyî di lîsteya sor a 'terorîstên ku tên lêgerîn' de Şarlatan hedef hilda.
Şarlatan di operasyonê de giran birîndar bû û ew li heremê rakirin nexweşxaneyê. Hêzên ewlehiyê li nexweşxaneyê jî terorîstê birîndar şopandin. Ji ber ku rewşa wî giran e endamên rêxistina terorê ew nexweşxane û nexweşxane gerandin. Di nexweşxaneya dawîn ya ku birin de ji ber ku jê dernexistin, îhtimalek mezin e ku miriye.
Şarlatan di nav 3 salên dawîn de ji bo ku li Rojhilatê Anadoluyê barîkat bên amadekirin, teqemenî bên bikaranîn û çek û muhîmat bên sewqkin plan dikir. Ev operasyona serkeftî di nav endamên rêxistinê de bû sedema tirsê.
- Kadroya qaşo ya lîderan derbeyek mezin xwar
Ji hêla din îsal piştî Şarlatan berpirsyarê qada navendê Ekrem Guney û alîkarê wî jî di operasyonê de hatin kuştin.
Dîsa di 16ê îlona 2015an de berpirsyarê Tunceliyê yê PKKê Îsmaîl Aydemîrê ku navê wî yê kod Baran Dêrsim e jî li Ovacika navçeya Tunceliyê hatibû kuştin.
- Qada bakur a qaşo ya HPGê
Qada bakur a qaşo ya HPGê ji qismek Hekarî û herêma Amanosê pêk tê.
Qada navîn ji Diyarbekir, Bîngol, Mêrdîn û Erzirom, Botan (Şirnex), Dêrsim (Tuncelî), Serhed (Agirî, Qers) û bakurê Iraqê (Metîna û Haftanîn) pêk tê.