24 Mijdar 2018•Rojanekirin: 25 Mijdar 2018
TUNCELÎ
Derhênerê sînemayê Kazim Oz di çarçoveya lêpirsîna terorê ya ku der barê wî da dihat birêvebirin da li Tunceliyê hat binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîneke terorê ya ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê birêva dibir da der heqê Kazim Oz da biryara binçavkirinê hatibû derxistin.
Li ser biryarê xebatên binçavkirina dest pê kir û Oz dema ji bajarê xwe Tunceliyê ber bi Elezîzê va diçû li Bendergeha Ferîbotê ya Pertekê ji hêla ekîbên cendermeyê va hat binçavkirin.
Ozê ku hat binçavkirin ji bo muemleyên fermî teslîmî ekîba Midûriyeta Ewlehiyê ya Navçeya Pertekê kirin.