Nihat Kavşut
24 Mijdar 2018•Rojanekirin: 25 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bona hilbijartina di 31ê Adara 2019an da namzedên şaredariyê yên 40 bajaran eşkere kir.
Erdogan li Navenda Kongreyê ya Halîçê di Civîna Nasandina Namzedên Şaredariyê yên AK Partiyê da axivî.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Serokê Giştî yê MHPyê Birêz Devlet Bahçelî îro careke din eşkere kir ku ew li ser rê û rêgezên Îtifaqa Cumhur e û got ku mala wî ava be û wiha axivî: "Birêz Bahçelî ji bo piştgiriyê bide AK Partiyê li Stenbol, Enqere û Îzmirê namzed nîşan neda, ji bo vê biryarê ez sipasiya wî dikim."
Erdogan diyar kir Îtifaqa Cumhur ji bo wan yek ji xalên sereke yên têkoşîna beqayê ye û got em careke din beyan dikin ku em girêdayî wê ne û wiha dewam kir: "Tirkiye bi hêza ku ji Îtifaqa Cumhur hildide wê bi berpirsyariyeke zêdetir ji têkoşînên mezin bi serkeftinên mezintir derkeve."
Serokomar Erdogan destnîşan kir danezana xwe ya hilbijartinê înşallah meha pêş were piştî ku hemû namzedên xwe îlan kirin wê pêşkêşî teqdîra miletê xwe bikin.
Erdogan destnîşan kir bi gotina Birêz Bahçelî dizanin ku li hember "îtifaqa zîletê" ya di hilbijartina 31ê Adarê da li dijî Îtifaqa Cumhur sekinîbû barê wan çiqasî giran e û wiha got: "Di nav vê îtifaqa melûm (Îtifaqa Milet) da ji welatperweriyê bigir heta dijî neteweperweriyê çi bibêjî heye. Ji îtifaqeke wiha ya ku rêxistina terorê di nav da ye qet îtifaqa neteweyî dertê? Ji nav rêxistinbûneke wiha ya ku rêxistina terorê pêştevaniyê didê qet welatperwerî derdikeve?"
Serokomar Erdogan diyar kir li pey nînin ku gel bixapînin, armanca wan ew e ku dilê gel bikin û got ku me beriya her tiştî têkoşîn da ku dilan feth bikin û wiha peyivî: "Niha em diçin hilbijartineke nû, ji bona 31ê Adara 2019an dirûşma m e eşkere ye, lê em ê bi hev ra manîfestoya xwe ya hilbijartinê eşkere bikin. Taybetiya herî muhim ya heyama nû ew e ku em şaredariyên xizmetê bi şaredariyên dilsoziyê derdixin asteke bilindtir."
Erdogan diyar kir di her hilbijartinê da hedefa AK Partiyê ew e ku heta ji dest were ji sedî sed rayan bigire û got ku em çiqas nêzîk bibin em ewqasî serkeftî ne.
Serokomar Erdogan diyar kir di bin banê AK Partiyê da ji bo kesên qure, pozbilindiyê dikin, milet piçûk dibînin û bi nexweşiya ji gel dûr sekinînê ketine, cî tuneye.
- Serokomar Erdogan namzedên şaredariyê yên 40 bajaran eşkere kir
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bona hilbijartina di 31ê Adara 2019an da namzedên şaredariyê yên 40 bajaran eşkere kir. Bajar û namzedên ku ji hêla Serokomar Erdogan va hatin eşkerekirin ev in:
Adiyeman: Suleyman Kilinç
Amasya: Cafer Ozdemir
Antalya: Menderes Turel
Ardexan: Yunus Baydar
Artvîn: Mehmet Kocatepe
Bartin: Yusuf Ziya Aldatmaz
Batman: Murat Guneştekîn
Bayburt: Fatîh Yumak
Bitlîs: Nesrullah Tanglay
Bolu: Fatîh Metîn
Burdur: Deniz Kurt
Bursa: Alînur Aktaş
Denizlî: Osman Zolan
Diyarbekir: Cumalî Atîla
Duzce: Faruk Ozlu
Elezîz: Şahîn Şerefogullari
Erzirom: Mehmet Sekmen
Gazîentab: Fatma Şahîn
Gîresun: Aytekîn Şenlîkoglu
Gumuşhane: Ercan Çîmen
Hekarî: Cuneyt Epcîm
Kahramanmaraş: Hayrettîn Gungor
Karabuk: Burhanettîn Uysal
Kastamonu: Tahsîn Babaş
Kirikkale: Mehmet Saygili
Kirklarelî: Burak Suzulmuş
Kayserî: Memduh Buyukkiliç
Kilîs: Mehmet Abdî Bulut
Kocaelî: Tahir Buyukakin
Meletî: Selahattîn Gurkan
Nevşehir: Rasim Ari
Nîgde: Emrah Ozdemir
Ordu: Hilmî Guler
Rîze: Rahmî Metîn
Samsun: Mustafa Demir
Sînop: Alî Çopçu
Şanliurfa: Zeynel Abîdîn Beyazgul
Şirnex: Mehmet Yarka
Tekirdag: Mestan Ozcan
Yalova: Yusuf Ziya Oztabak