Elif Orhan
10 Hezîran 2018•Rojanekirin: 10 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê biryara girtina mizgeftan a Awistiryayê de got ku "Ez ji wê ditirsim, ber bi şerekî Xaçparêz-Hîlalê ve, ev pêngavên ku Serokwezîrê Awistiryayê avêtin cîhanê ber bi vê ve dibe. Ji bo vê jî bi taybetî divê alema Rojava van pêngavên xwe rast bike. Heke întizamekî nede van pêngavên xwe dê ber bi wê yekê ve biçe ku ev hesab bi awayekî din bên kirin. Çi ye? Qaşo dê meleyên me yên wir derxînin derveyî Awistiryayê. Yaw hûn vê bikin ma em ê vala bisekinin? Nexwe em jî dê tiştan bikin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di bernameya fitarê ya ku ji aliyê Platrofma Vîna Sivîl a Rojhilat û Başûrê Rojhilat li Navenda Huner û Rapêşiyê ya Îstanbul-Avrasyayê hat organîzekirin de axivî.
Serokomar Erdogan der barê qiraatxaneyên ku dê vekin de wiha axivî: "Ev dijî seferberiya xwendinê ne jî ji ber ku heke tu ji van bipirsî ka qiraatxane çi ye her hal wekî cihê ku lê maseya okeyê tê danîn dibînin an jî cihê ku lê kaxizên îskambîlê heye zen dikin. Be hey cahil, dibe ku tu mamosteyê fizîkê bî lê tu wateya qiraatxaneyê nizanî. Lê binêr em ê niha qiraatxaneyên gel ava bikin. Ev çi ye ma tu dizanî? Êdî li her navçeyê yek an jî çend qiraatxane dê her wekî pirtûkxaneyên me yên bûtîk bin."
Serokomar Erdogan diyar kir heta terorîstê dawîn bê berterefkirin dê têkoşîna xwe ya dijî terorê bidomînin û got ku "Li cihê ku çek lê diteqin gotin namîne. Va ye lûleya vê ber bi welatê me ve ye û heta ku terorîstê dawîn bê berterefkirin dê ev têkoşîn berdewam bike. Me bi operasyonên ku dijî rêxistina terorê ya dabeşker kirin de topyekûn dahatûya Tirkiyeyê xilas kir. Terorîstan xira kir, me ava kir."
Serokomar Erdogan wiha axivî: "Ma Yasîn Boru Kurd nebû? Yasîn Boru çend salî bû? 15-16 salî bû. Yasîn Boru çi dikir? Ji bo feqîrên Kurd hin tişt beşav dikirin. Ma wî bêrehmane nekuştin? yên ku kuştin kî bûn? Dîsa Kurdên qaşo. Ne yaw nîne. Terorîst bûn terorîst. Ev van tevîhev nekin."
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir: "Li pêşiya me rêwitiyeke dirêj a demokrasî û pêşketinê heye. Yê me wekî hin kesan ne bîrên me yên neftê, ne rezervên me yên gazê hene lê em ji wan dewlemendtir û azadtir in. Lewra li ba me demokrasî, hilbijartinên serbest, serdestiya vîna neteweyî yek jî çekên herî girîng ên cîhanê ne hene. Em kengî bikevin tengasiyê, kengê saê bimîninem hilbijartinên serbest ên ku diyariyeke jiyana me ya pir partiyî ye ji bo me dixin dewrê, diekvin wê rêyê ku gelê me her tiştê ji nû ve verast bike."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî bernameyê li Zeytûnburnuyê Pirtûkxaneya Bajêr a Merkez Efendî ziyaret kir û wir bi ciwanan re sohbet kir û pişt re ji ser otobêsa hilbijartinê xitabî welatiyan kir.
Serokomar Erdogan di xitaba xwe ya ji bo gel de der barê goftûgoyên efûyê de got ku "Di rojeva me de tiştekî wekî efûyê tune."