11 Adar 2018•Rojanekirin: 12 Adar 2018
ANKARA
Hat ragihandin ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku ji hêla Artêşa Tirkiyeyê tê kirin vir ve 3300 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê ji bo li ser hidûd û herêmê ewlekarî û îstiqrar çêbibe, mensûbên YPG/PKK-DEAŞê bên berterefkirin û xelkê herêmê ji zilm û zordestiya rêxistinên terorê xilas bibe, Artêşa Tirkiyeyê di 20ê çileya paşîn de li herêma Efrînê Operasyona Çiqlê Zeytûnê dabû destpêkirin û operasyon dewam dike.
Ji destpêka operasyonê vir ve hejmara terorîstên ku hatin berterefkirin bû 3300.
- Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad gundên Efrînê Qestel Keçik, Kara Tepe, Halidiye, Culbul û Kane Kauer ji terorîstan rizgar kirin
Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê li Efrînê 5 gundên din jî ji YPG/PKK-DEAŞê paqij kirin.
Li gorî agahiya ku ji peyamnêrên AAyê yên li qadê dan, Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad li rojhilatê bakurê Efrînê, gundên Kara Tepe û Qestel Keçik ên bajarokê Şeranê, gundên li ser navenda Efrînê Halidiye û Culbul û herwiha gundê Kane Kauer ê bajarokê Cindirêsê ji terorê paqij kirin.
Artêşa Tirkiyeyê û hêzên Artêşa Azad ya Sûriyeyê ya ku piştgiriyê dide operasyonê, ji destpêka operasyonê vir va li Efrîna ku di bin dagiriya PYD/PKK û DEAŞê da ye, navenda 5 bajarokan, 140 gund, 31 noqteyên stratejîk bi tevahî 176 herêm kirin kontrola xwe.
Çek, cebilxane û xetên berevaniyê yên YPG/PKKyê bi piranî li navenda navçeya Efrînê ne. Rêxistin ji bo ku sivîlan ji xwe ra bike mertalê zindî, bi zorê berê sivîlan dide navenda navçeyê. Rêxistin dîsa destûrê nade Ereb û Kurdên ku dixwazin ji navendê biçin herêmên di kontrola rejima Beşar Esed an jî mixalifên eskerî da. Neteweyên Yekbûyî jî bertekê nîşanî astengkirina sivîlan dide.
- Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê li Efrînê 8 gundên din jî ji terorîstan paqij kirin.
Li gorî daxuyaniya ku peyamnêrên AAyê yên li qadê dan, Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad li bajarokê Recûyê gundên Hocamali, Savan Kabir û Çançanli, li bajarokê Cindirêsê gundê Tellef û Kocaman, li bajarokê Bilbilê gundên Solakli û Elîbeg û herwiha li gundê Kewkebe yê li ser navenda navçeyê ji YPG/PKK-DEAŞê safî kirin.
Di operasyonê da herwisa Balafirgeha Bableît a li ser rêya Cindirês-Efrînê jî ji terorîstan hat safîkirin.
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad herwiha îro gundên Efrînê Qestel Keçik, Kara Tepe, Xalidiye, Culbul û Kane Kauer jî ji terorîstan rizgar kiribûn.
Bi vî awayî di îro bi tevahî 14 noqte hatin rizgarkirin.
Artêşa Tirkiyeyê û hêzên Artêşa Azad ya Sûriyeyê ya ku piştgiriyê dide operasyonê, ji destpêka operasyonê vir va li Efrîna ku di bin dagiriya PYD/PKK û DEAŞê da ye, navenda 5 bajarokan, 148 gund, 32 noqteyên stratejîk bi tevahî 185 herêm kirin kontrola xwe.
Çek, cebilxane û xetên berevaniyê yên YPG/PKKyê bi piranî li navenda navçeya Efrînê ne. Rêxistin ji bo ku sivîlan ji xwe ra bike mertalê zindî, bi zorê berê sivîlan dide navenda navçeyê. Rêxistin dîsa destûrê nade Ereb û Kurdên ku dixwazin ji navendê biçin herêmên di kontrola rejima Beşar Esed an jî mixalifên eskerî da. Neteweyên Yekbûyî jî bertekê nîşanî astengkirina sivîlan dide.