Elif Orhan
28 Mijdar 2015•Rojanekirin: 30 Mijdar 2015
Hat tespîtkirin ku guleya çeka ku ji mesafeyeke dûr hatiye berdan bûye sedema mirina Tahir Elçiyê Serokê Baroya Diyarbekirê.
Di beşa encamê ya pêşotopsiya Elçiyê 49 salî yê ku di êrîşa li navçeya Sûrê de mir, a ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî hat temamkirin de hat diyarkirin ku guleyeke çekê îsabetê bedena Tahir Elçi kiriye û wiha hat gotin:
"Li gor lêkolîna birîna ketina guleya çekdar, mesafeya lêxistinê ji masefeke dûr hatiye kirin, ji bo ku li ser mînakên ku ji cesed hatin sitandin analîza toksîkolojîk bê kirin mînakan ji Daîreya Îhtisasê ya Kîmyayê ya Serokatiya Koma Tibê Edlî ya Diyarbekirê re bê şandin, der barê mirina wî de ji bilî birîndarkirina guleya çekê rastî tu nîşaneyê nehatin..."
Cîhan Îpekê Arîkarê Serokê Baroya Diyarbekirê jî beşdarî otopsiyê bû û daxuyaniyek da rojnemavanan û got ku "Elçî ji aliyê piştê ve bi guleya ku ji mesafeyeke dûr hatiye berdan hatiye qetlkirin."
Îpek da zanîn ku cenazeya Tahir Elçî dê sibê piştî merasima ku dê li Goristana Yenikoyê ya Diyarbekirê bê kirin, bê veşartin û wiha axivî: "Beşa encamê ya rapora otopsiyê gelekî eşkere ye. Em di wê qeneatê de ne ku ji ber birîndarbûna guleya çekê li qoqê serê ketiye zîgomaya çep û hestiyên poz şikestine, xwîn pijiqiye mejî û mejîkokê û mirina Elçî ji ber van texrîbatan e. Mirin ji ber birîndarbûna çekê ya ji mesafeya dûr e. Em nikarin tişteke din jî bibêjin."