24 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2017
KARAMAN
Di qezaya li Karamanê de ji wan 2 zarok bi tevahî 8 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, otomobîla bi pleqeya 70 HD 143 ya Ahmet Bûgdayci (66) diajot û minîbusa bi pleqeya 70 FE 063yan a Huseyîn Bozkurt (36) diajot li ser xaçerêya Bolukyaziya rêbeja Karaman-Konyayê li hev du qelibîn.
Di qezayê da ajokarê otomobîl û minîbusê tevî Abdûllah Bayar (22), Îsmaîl Aras (19), Zahîde Bûgdayci (64), Fadîmana (38), Gurkan (10) û Mevlut Emîn Bozkurt (6) birîndar bûn.
Birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê yê Karamanê. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.