Fatih Gazioğlu
01 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2019
ERZURUM
Li Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê ya herî kêm di bin sifirê da 20 pileyî va li Qersê hat pîvan.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn li hemû herêmê hewa wê pir ewrayî be û li Erzingan û derûdorê wê berfê bibare.
Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be, ji hêla başûr va ba wê rabe.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm di bin sifirê da li Îdirê 2 pile, li Erzinganê 4, li Tunceliyê 5, li Agiriyê 6, li Erziromê 12, li Erdexanê 13, li Qersê jî 20 pile hat pîvan.
Li gor texmînê nava rojê germahiya hewayê ya herî zêde wê li Tunceliyê 1, li Îdirê 4, li Agiriyê sifir, di bin sifirê da li Qersê 3, li Erziromê 4 û li Erdexanê jî wê 5 pile be.
Qalindiya berfê li Erdexanê 30, li Erziromê 28, li Agiriyê 20 û li Qersê jî 15 santîmêtre hat pîvan.
Qalindahiya berfê li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê 88, li Sariqamîşê 69 santêm, li Konakliyê 65, li Erganê 54, li Navenda Kaşûnê ya Yalnizçama Erdexanê jî 28 santêm hat pîvan.
Rayedaran ji ber qeşa û hişkiya serê sibê û şev hişyarî da welatiyan.