26 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2016
VAN
Li Îpekyoluya navçeya Wanê êrîşa terorê hat kirin û di êrîşê da leşkerek şehît bû û 2 jê polês 3 hêzên ewlehiyê birîndar bûn.
Li gor agahiyan li taxa Hacibekir endamên rêxistina terorê barîkat çêkirin û agir berdan 2 wesaîtan.
Hat destnîşankirin ku ekîbên Midûriyeta Ewlehiyê li dijî endamên PKKyê derketin operasyonê.
Hat diyarkirin ku endamên rêxistinê bi rokêtavêj û çekên lûledirêj êrîşî wesaîta leşkerî ya bizirx kirin û di êrîşê da leşkerekî di wesaîtê da şehît ket û leşkerek jî birîndar bû.
Wek mayîn hat diyarkirin ku piştî êrîşê pevçûn derket û di pevçûnê da 2 polês birîndar bûn û li herêmê operasyon dewam dike.