14 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2017
VAN
Li Îpekyoluya navçeya Wanê di operasyona dijî terorê da çek û cebilxane hatin qefaltin.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Ewlehiyê hat diyarkirin ji bo deşîfrekirina xebat û çalakiyên PKK/KCKya rêxistina terorê ekîbên Şaxa Dijî Terorê û Îstixbaratê li taxa Haci Bekirê operasyon birin ser malekê.
Hat diyarkirin di operasyonê da 2 rokêtavêj, 16 guleyên rokêtavêjê, kanasek, keleşek, G3yek, 3 bombeyên destan, 5 şarjor, 4 funye û 5 kapsulên biceyran hatin qefaltin û der barê bûyerê da 2 kes jî hatin binçavkirin.