18 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2015
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê ku qedexeya derketina derva dewam dike, welatî ji dikan û markêtên ku bi destûra taybet a qaymeqamtiyê vedibin danûsitendina xwe dikin.
Li Cizîrê operasyonên li dijî endamên rêxistina terorê dewam dikin.
Qaymeqamtiya Cizîrê ji bo ku welatiyên li navçeyê şerpeze nebin, hin tevdîr hilda. Di vê çarçoveyê da welatî ji dikan û markêtên ku bi destûra taybet a qaymeqamtiyê vedibin danûsitendina xwe dikin.
Li taxan li gor pêwistiyê firûn û markêt ber destê sibehê vedibin û welatî lazmatiyên xwe dikirin.
Li navçeyê dermanxaneyên nobedar jî vedibin û xizmetên tenduristiyê dewam dikin.