İbrahim Atmaca
24 Îlon 2018•Rojanekirin: 25 Îlon 2018
GAZÎANTEP
Yekîtiya Îxracatvanên Dexl û Den Toxim û Berên Wan a Başûrê Rojhilata Anadoluyê li Moskovaya paytextê Rûsyayê ku ji bazarên herî girîng ên îxracata Tirkiyeyê ye, 9 rojan Festîvala Tehmên Tirkan li dar xist û festîval rastî eleqeyeke mezin hat.
Li gor daxuyaniya ku ji Yekîtiya Îxracatvanên Başûrê Rojhilata Anadoluyê hat dayîn, Yekîtiya Îxracatvanên Dexl û Den Toxim û Berên Wan a Başûrê Rojhilata Anadoluyê bi piştgiriya Koma Danasîna Tirkiyeyê ku kom girêdayî Meclisa Îxracatvanên Tirkiyeyê ye, di çarçoveya "Projeya di Piyaseyên Dinyayê da Danasîna Miqarme, Savar, Dexl û Den û Rûnê Nebatî" da 9 rojan li Moskovaya paytextê Rûsyayê "Mihrîcana Tehmên Tirkan" li dar xist.
Serokê Koma Danasîna Tirkiyeyê û Serokê Yekîtiya Îxracatvanên Başûrê Rojhilata Anadoluyê hat dayîn, Yekîtiya Îxracatvanên Dexl û Den Toxim û Berên Wan a Başûrê Rojhilata Anadoluyê Mahsum Altunkaya diyar kir ku wan festîvala ewil li Ganayê kir û wiha dewam kir: "Festîvala ku me li Moskovayê kir 9 rojan dewam kir, me di festîvalê da danasîna miqarme, savar, dexl û den û rûnê nebatî kir. Me bi berên ku danasîna wan kir va xurek çêkir û ji Ûrisan ra îkram kir. Ji aliyekî din va jî Ûrisan bi berên me va bixwe xurekên xwe yên navdar çêkirin û ji Ûrisan ra îkram kirin. Me di festîvalê da ji nêzî deh hezaran kesî ra danasîna mitfaqa Tirkan kir."
Altunkaya diyar kir ku ew ê paşê vê festîvalê li Çîn, Cîbutî û Somaliyê li dar bixin.