Sevim Hatun
03 Tebax 2016•Rojanekirin: 05 Tebax 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi welatiyên ku li dor û berê Kulliyeya Serokomariyê nobeta demokrasiyê didomînin ra hat bal hev.
Welatiyên ku li hemberî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) sekinîn û piştî hewla derbeyê daketin kuçe û kolanan nobeta demokrasiyê didomînin.
Li gor dîmenên ku Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê belav kir, Serokomar Erdogan bi welatiyên ku li dor û berê Kulliyeya Serokomariyê nobeta demokrasiyê didomînin ra hat bal hev.
Li ber derê Kulliyeyê qelabalixeke mezin Serokomar Erdogan pêşwazî kir. Erdogan yeko yeko destê welatiyan girt, merheba kir.
Welatiyan jî bi têlefonên desta wêne û dîmen girtin.