30 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2017
ANKARA
Li bakurê Sûriyeyê di 160emîn roja Operasyona Mertalê Feratê de Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) 23 hedefên rêxistina terorê DEAŞê îmhe kirin û 20 terorîst jî kuştin.
Li gor agahiya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, Operasyona Mertalê Feratê ya ku li bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê de ji bo parastina ewlehiya sînor, piştgiriya hêzên hevpeymanê û berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê di 24ê tebaxê de hatibû destpêkirin, dewam dike.
Di 160emîn roja operasyonê de êrîşê 184 hedefên rêxistina terorê DEAŞê hat kirin ku rê li ber çalakiyên rêxistinê bê girtin.
Balafirên Hêzên Esmanî yên Tirkiyeyê li herêmên El Bab, Tadîf û Bzagahê êrîşî 23 hedefên DAEŞê kirin. Di êrîşê de 20 avahî, depoyeke muhîmatê, 2 mewziyên parastinê hatin îmhekirin.
Di nav rojê de 20 endamên DEAŞê jî hatin kuştin.
Tîmên mayin îmhekirinê 76 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin teqandin. Ji destpêka operasyonê vir ve 3 hezar û 507 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin û 55 mayin hatin îmhekirin.