Elif Irmak
06 Sibat 2021•Rojanekirin: 08 Sibat 2021
Ji 294 gumanbarên ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di operasyona li ser sazûmana FETOyê ya di nav TSKyê da der heqê wan da biryara binçavkirinê dabû 62 jê hatin girtin.
Di çarçoveya du lêpirsînên cuda yên ku ji hêla Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê va tên kirin da Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr a Stenbolê û Midûriya Şaxa TEMê ya Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr ji bo deşîfrekirina mensûbên FETO/PDYya rêxistina terorê ya çekdar xebat da destpêkirin.
Di encama xebatên hatin kirin da 2 jê "abêyên mehrem" 292 jê îxraçkirî yan jî hê jî eskerên li ser peywirê der barê 294 gumanbarên hat tesbîtkirin ku qaşo di nav sazûmana mehrem a TSKyê ya rêxistinê da di nav "sazûmana xizmetên mehrem" da cî digirin da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Ji gumanbarên sewqî Qesra Edaletê ya Stenbolê kirin 62 jê hatin girtin, biryar hat dayîn ku der heqê 57 bersûcan da tevdîrên kontrola edlî bê tetbîqkirin.
Herwiha 65 gumanbar bûn îtirafkar û ji hikmên poşmaniya çalak sûd wergirtin.
Miameleyên der barê gumanbarên din da jî dewam dikin.