ANKARA
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di qala şerê li dijî DEAŞê de rexne li hikûmeta Bexdayê girt û got: "Ez bawer nakim ku problema DEAŞê li Iraqê bidawî were. Heta niha jî em di vî warî de gaveke biçûk jî ji Bexdayê nabînin. Bexda, ji bo çareserkirina ew problemên ku bûne sedemê çêbûna DEAŞê tu xebatekê nake. Loma belê piştî DEAŞê jî tirsa me heye. DEAŞ dibe ku bajaran ji dest bide lê wek fikir dimîne."
Nêçîrvan Barzanî li dîdareke xwe ya Radyoya Dengê Emrîkayê ya Kurdî ku di heman demê de li ser malpera resmî ya hikûmetê weşiya, li ser şerê li dijî DEAŞê, bidawîhatina terorê, têkiliyên bi hikûmeta Bexdayê re û qeyrana aborî ya li Kurdistanê daxuyaniyên giring dan.
- "Hêviya Kurdan ji Emrîkayê gelek e"
Barzanî di behsa têkiliyên Herêma Kurdistan û Emrîkayê de diyar kir ku hêviyên wan ji îdareya nû ya wî welatî zêde ye û bi gotinên, "Kurd bi awayekî giştî gelek tiştan ji Emrîkayê hêvî dikin. Bi baweriya me ew prensîbên ku Emrîkayê di rêya wan de xebatê dide û mucadeleyê dike li Kurdistanê hene. Kurd di pêşiya bereya şerê dijî teororê de ne. Ev jî pîvanekî pir pir muhîm e ji bo Emrîkayê û îdareya Trump." nêrîna xwe anî ziman.
Der barê çanda bihevrejiyanê û nirxên mirovatiyê de Barzanî destnîşan kir ku li Kurdistanê çanda bihevrejiyanê pir biqewet e û wiha axivî: "Îro li Kurdistanê Xrîstiyan, Misilman, Êzidî; Ereb, Tirkmen û Kurd di nav aştî û aramiyê de dijîn. Ev pîvanekî têra xwe muhîm e. Dema em îro li rewşa Rojhilata Navîn binêrin Kurdistan, tekane cihê stargehê ye ji bo xelkê ku nijarin li warên xwe bijîn. Xelkên ji welatê xwe têne derxistin û nikarin li ser axa xwe bijîn xwe dispêrin Kurdistanê. Kurd bi hêvî li îdareya Trump dinêre, ew têkiliyên ku bi rêvebiriya Obama re hebûn em dixwazin bi îdareya Trump re gelekî pêştir biçin."
- "DEAŞ dibe ku bajaran ji dest bide lê wek fikir dimîne"
Di behsa şerê li dijî DEAŞê de Barzanî bal kişand ser wê yekê ku wan li Herêma Kurdistanê ji 2 salan zêdetir şerê dijî DEAŞê kiriye û bi xwîna ji hezar û şeşsed pêşmergeyên şehîd û ji neh hezarî zêdetir jî birîndar şer biriye serî, "Ew cihên ku DEAŞê pêştir dagir kiribû me hemû paşde stendin. Bêguman eger piştgiriya koalîsyonê di serî jî ya Emrîkayê neba ev destkeftin nedibû. Ev mucadele wê demê gelekî zehmettir û girantir dibû. Niha operasyona Rojhilatê Mûsilê bidawî hatiye. Heta Çemê Dîcleyê ji rojhilat ve hat azadkirin. Rast e operasyon hêdî diçe lê sedemê wê jî ev e ku em naxwazin zêde sivîl bêne kuştin û qurbaniyên sivîl zêdetir bibin. Loma plan pir hêdî dimeşe."
Der barê mijara operasyona rizgarkirina Mûsilê de jî Barzanî wiha nirxandin kir:
"Plan zêdetir bi serkêşiya Emrîkayê zêdetir dimeşe û hêzên Iraqî jî wezîfeya xwe bicî dikin. Pirsa ku bê kirin ev e: Gelo problema îro li Iraqê heye eskerî ye? Problema Iraqê siyasî ye ne eskerî ye. Bi baweriya min DEAŞ bi operasyonên eskerî temam nabe. Mumkin e bajaran ji dest bide, Mûsilê ji dest bide, lê wek fikir û rêxistin DEAŞ dimîne. DEAŞ li vî welatî çêkirî ye, li Iraqê di encamê siyaseteke şaş de zemîna derketina DEAŞê çêbûye. Ev şaşî jî bûne sedem ku DEAŞ bimîne û berdewam bike. Ez bawer nakim ku problema DEAŞê li Iraqê bidawî were. Heta niha jî em di vî warî de gaveke biçûk jî ji Bexdayê nabînin. Bexda, ji bo çareserkirina ew problemên ku bûne sedemê çêbûna DEAŞê tu xebatekê nake. Loma belê piştî DEAŞê jî tirsa me heye. DEAŞ dibe ku bajaran ji dest bide lê wek fikir dimîne."
Behsa fikrên tundrev û alîgirên şiddetê jî di rojeva Serokwezîrê Herêmê de bûn û wî got: "Herêma Kurdistanê li gor deverên din ên Iraqê ku tesîra me li ser wan tuneye pir giring e, sedemê wê jî ew e ku piştgiriya DEAŞê li Kurdistanê tuneye. Nabêjim hîç tuneye, lê ew piştgiriya mezin ji bo fikrên tundiyê û DEAŞê li Kurdistanê tuneye. Xelkê Kurdistanê piştgiriya tundiyê nake. Loma ez DEAŞê wek metirsiyeke mezin li ser Herêma Kurdistanê nabînim. Tirs ew e ku cîranê me ne û ew metirsî her bo me jî berdewam dike. Iraqeke biîstiqrar û bêproblem ji bo me ji Iraqeke biproblem û bêîstiqrar ji me re çêtir e. Lewra bêguman tesîrê li ser me jî dike."
- "Sala 2017an qeyrana aborî dê baştir be"
Barzanî anî ziman ku qeyrana aborî ji ber gelek sedeman ew xistine tengasiyê û sedem wiha rêz kirin:
"Yek jê Bexdayê bêyî ku agahiyê bide butçeya me birrî. Ev şoka yekem bû. Piştre em rastî şerekî mezin bûn. Herwiha ji milyonek û 800 hezarî zêdetir penaber hatin. Şerê DEAŞê hezar û sed kîlometre dirêjayiya wî heye. Digel vê bihayê petrolê ket û bû 20 dolar. Ji ber van sedeman Kurdistanê 2-3 salên pir giran derbas kirin. Mesela tenê hatina penaberan, li gor raporên Bankeya Navneteweyî bi milyarek û 400 milyon dolarî li ser Herêma Kurdistanê rûniştiye. Ne ji Bexdayê ne jî ji deverên din arîkariyên hewce nehatin kirin. Ev barekî pir giran e li ser me. Bi saya xweragiriya xelkê me, heta dereceyekê tehemula me çêbû. Pêşbîniya me ew e ku wê 2017an rewş hêdî hêdî baştir bibe. Nikarim bêjim dê bi temamî çareser bibin lê dê hêdî hêdî baştir bibe."
- Kêşa di navbera Hewlêr û Bexdayê de
Barzanî dubare kir ku ew dixwazin bi Bexdayê re kêşeyên xwe çareser bikin û wiha pê de çû:
1Yekemîn xebata me jî ev e. Ev di xêra Kurdistanê de ye. Me heta niha karên baş jî bi hev re kirine di warê şerê li dijî DEAŞê de û hwd. Piştî 25 salan cara yekem ku me rê da eskerê Iraqê bikeve Herêma Kurdistanê. Ev ne karekî asan bû, gelekî zehmet bû. Nabêjim sedî sed lê ji sedî 50ê serkeftinan li Iraqê, bi saya wan îstixbaratên ku me dane Iraqê çêbûne. Mebesta min ew e ku bêjim em ji bo çareserbûna kêşeyan hazir in. Lê em muameleya birayê biçûk û mezin qebûl nakin. Divê peyman hem di berjewendiyên me hem ên Bexdayê de be. Em îro di qeyraneke giran a aborî de ne lê Bexda tu gavan navêje. Ew nefta ku em îro difiroşin, eger qenaetê bi me re çêkin ku dê dolarekî jî zêdetir bidin helbet ji bo me baştir e ku em bi Bexdayê re lihev werin."
- "Li Iraqê navend nemaye sîstem guheriye"
Serokwezîr bibîr anî ku tecrubeyeke wan a pir tehl bi Bexdayê re heye û rexne li rayedarên Bexdayê kir ku hêj bi eqliyeta navendbûnê tevdigerin lê ji guherîna sîstemê bêagah in:
"Bexdayê 12 salan ji bo destûrê çi kir? Tu tişt jî nekir. Problema Iraqê hê jî ew e ku xwe wek navend dizanin, lê navend nemaye. Hê fêm nekirine ku sîstem guheriye û navend nemaye. Hikûmet ne merkezî ye federalî ye. Nêta Iraqê ew e ku wek muameleya bi wîlayetên din re dike bi Herêma Kurdistanê re jî bike lê em ne wîlayeteke Iraqê ne û vê yekê qebûl nakin. Sala 2003a jî aboriya me baş nebû lê em bi daxwaza xwe vegeriyan Bexdayê ne bi zorê. Lewra me got îdî Iraqeke nû heye, federal e û demokrat e. Eger mesele kêmîne û piranî be em tenê 65 parlamenter in, ma hîç edalet dibe wisa? Ji serî ve esasê Iraqa nû li ser lehevkirin û tifaqê hatiye avakirin û piraniye..."
- Butçeya Heşdî Şebî û ya pêşmerge
Di mijara şirîkatiya bi Iraqê re û careke din vegera Bexdayê jî Barzanî nirxandina xwe wiha kir:
"Roja ku Seddam ji ser hukim hat rakirin ew ji bo Kurdan rojeke tarîxî bû. Em ji vê ne poşman in. Lê piştî ku me Iraqa nû ava kir bi taybetî Şiiyên ku me bi salan bi hev re xebat kir û ji bo rojên geş mil da hev piştî hatina ser hukim pişt dane me. Sozên ku dane Kurdan bicih neanîn. Kurd piştî 14 salan van pirsan dikin: Kurd di pêvajoya siyasî ya Iraqê de li ku ne? Gelo hîç xerentiyek bu pêşeroja vî milletî heye? Bexdayê bo bicîkirina madeya 140î çi kir?"
Barzanî bal kişand ser butçeya Heşdî Şebî û muameleya hikûmeta Iraqê bi pêşmerge re û got:
"Bexdayê arîkariya pêşmerge nekiriye, nake. Herçiqas em di yek bereyî de şer dikin jî nade. Ew piştgiriya ku dide Heşda Şebî nade pêşmerge. Mesela Heşdî Şebî kire hêzeke yasay, em tiştekî nabêjin, li dijî DEAŞê şer dikin, rêza me heye. Hemû mesrefên Heşda Şebî ji butçeyê temîn dikin lê ne hazir in ku pêşmerge wek hêzeke Iraqî bibînin."
news_share_descriptionsubscription_contact
