16 Mijdar 2016•Rojanekirin: 16 Mijdar 2016
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim di Lûtkeya Îxracatê ya 2016an a ku bi kordînasyona Wezareta Aboriyê ji aliyê Meclisa Îxracatvanan a Tirkiyeyê (TÎM) ve hat lidarxistin de axivî û got ku hezkî di siyasetê de, hezkî di bazirganiyê de ew kesên ku ji gelê xwe ewle dibin û jê hêz digirin teqez dê bi ser bikevin.
Yildirim got "Ew kesên ku xwe dispêrin rêxistinekî terorê û bi berhêlîkirina dewletan tevdigerin hem di siyasetê de hem jî di bazirganiyê de mehkûmê têkçûnê ne." û bivênevêya aboriyê jî wek ewlehî û îstiqrar eşkere kir.
Serokwezîr Yildirim da zanîn ku li Tirkiyeya ku ji heyamekî ev qas dijwar derbas dibe de li benda tiştên gelek cudatir in û wiha axivî: "Wan wisa zen kir ku dê piştî teşebûsa derbeyê ya 15ê temûzê li Tirkiyeyê her tişt serobino bibe, dê îstiqrara aboriyê xira bibe û di civakê de bêaramî û rageşiyeke gelekî mezin derkeve lê hesabê wan bi ser neketin."
- "Me hê jî nekariye ku em mîkrobên ku rêxistina terorê ya namerd derxistine holê paqij bikin"
Yildirim destnîşan kir ku di nav 6 mehên borî de di rastiyê de di vê warê de wek verastkirin gelek tişt kirin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Lê ez vir jî dibêjim, li cihên din jî tiştên ku ez rast hatim hene. Wek welatekî ku 15ê temûzê dîtiye me hê jî nekariye ku em mîkrobên ku vê rêxistina namerd a ku di nav saziyên kamûyê de bi cî bûye, hema bêje ku pergala hemû saziyan jehrî kiriye paqij bikin, em ji bo vê hewl didin. Ji ber wê jî di burokrasiyê de, di meqamê de, di darazê de, di eskeriyê de hê jî ev herekata paqijiyê berdewam dike dê hêj heyamekî jî berdewam bike. Ev yek jî tê gotin nayê gotin tesîreke neyin li ser şixulîna dewletê dike. Hin kes beriya çûnê xaîntiya xwe berdewam dikin. Biryar tên girtin lê ez vir jî bûm şahidê wê, hê jî der heqê sepanan de pirsgirêkên me hene. Nexwe biryargirtin tenê têrî nake, em ê bişopînin, kêmasiyên ku di sepanê de derdikevin holê jî ji holê rakin. Ez ji vir wek Serokwezîrê Hikûmeta 65emîn tiştekî eşkere dibêjime we ez ji bo hemû pirsgirêkên ku hûn rast tên bi xwe li gel we me. Em bi hev re dijî cinawira vê burokrasiyê ya ku vejena me kêm dike û leza me dişkîne têkoşîn bidin. Ev dahatûya me ya hevpar e. Peywira dewletê zorkirina karên welatiyan nîne, peywira dewletê hêsankirina karê welatiyan e, berîvekirina wan e, çareserkirina pirsgirêkên wan e. Em dizanin ku vir jî berxwedaneke mezin heye, em çavkaniya wê jî dizanin. Lê sebr bikin em ê van hemûyan çareser bikin."
Serokwezîr Yildirim got "Ji aliyekî ve operasyona nêrînê ya rêxistina namerd ji derveyê welêt a di mîhraqên diyar de ya wekî dê li Tirkiyeyê îstiqrar xira bibe, aborî be bi xirabûnê ve biçe bi hemû leza xwe berdewam dike."
- "FETO rêxistineke terorê ya gerdûnî ye"
Yildirim da zanîn ku lê bel çi dikin bila bikin dê bi ser nekevin û wiha axivî: "Ji ber ku karê ku dikin karekî xelet e, tiştê ku dikin ne li gor mirovahiyê ne hiqûqê de cî digire ne jî di nav welatîbûnê de. (FETO) Ev rêxistin rêxistineke terorê ya gerdûnî. Divê em navê mijarê rast daynin. Em qala rêxistineke ne tenê ku belaya serê Tirkiyeyê ye, qala rêxistineke ku ji bo gelek welatan tehdîdeke potansiyel e dikin. Vana hemû nirxên me bi kar anîn. Pîrozbahiyên me yên ku me dikin me tune kirin. Tehrîbata ku wan da ew qas zêde ye ku mirov hema bêje nikare bipîve. Lê karê dawîn a ku dê bikirana teşebûsa derbeyê ya çekdar bû. Wê jî kirin lê hedê wan nîşanê wan dan. Ji niha pê ve bixwazin çi bikin dê gel zêdetir bertek nîşanê wan bide.
- "Sala 2017an dê salekî gelekî xweşiktir be"
Serokwezîr bînalî Yildirim destnîşan kir ku hewceyî tune ku mirov bêhêvî bibe û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Sala 2017an dê salekî gelekî xweşiktir be. Ez ji vir dibêjim. Hesaba xwe li gor wê bikin. Hewce nake ku mirov li bendê bimîne. Ev operasyonên nêrînê yên ku tên kirin hêza rastîn a Tirkiyeyê nîşan nade. Hêz û potansiyela rastîn a Tirkiyeyê, qabîliyeta wî gelek gelek ser vê re ye. Muxatabên me yên ku em rû bi rû bi wan re diaxivin jî vê yekê dibêjin. Lê çi tê kirin? Di nav hewldana 'Em pêşî moralên wan xira bikin, behredariya wan kêm bikin, hêviyên mirovan ên ji bo dahatûyê bişkînin bi vî awayî dibe ku em tiştên ku me nekarî ku bi derbeyê bikin bikarin bikin.' lê dê tu carî bi ser nekevin. Ez dixwazim ku hûn vê bizanin."
- "2017an de hilbijartin filan tune"
Yildirim destnîşan kir ku di dahatûya Tirkiyeyê de nediyarî tune û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Tiştekî wekî nediyariyê tune. Lê binêrin ez ji vir dibêjim. Di dahatûya Tirkiyeyê de tu nediyarî tune. Kesên hewl didin ku nêrîna nediyariyê derxînon holê hene, gelekî eşkere ye. Li pêşiya me karek ma. Em di wê de pêş ketin. Rewşeke mewcud a ku ji derbeyê maye û heta 2007an nedikariyan ku serokomar hilbijêrin, pişt re bi referandûmê bi destê gel hilbijartina serokomar derketiye holê heye. Ev rewş ne li gor destûra bingehîn e. Niha karê ku em bikin ew e ku em dê vê rewşê bi Destûra Bingehîn re guncav bikin û bi vî awayî dawî li kêmbûna vejenê bînin. Ev jî diyar e. Ev dê guherîneke gelekî berfireh nebe, em ê guherîneke sînordar bikin û di demek kurt de di referandûmê de pêşkêşî gel bikin. Pişt re êdî hilbijartin filan tune. Di sala 2017an de hilbijartin tune, di 2018an de jî tune, heta 2019an tu tiş tune. Li karê xwe binêrin birê min. Niha wextê hilbijartin nîne wextê debarê ye. Jixwe gel par ji hilbijartinan westiya. Bênavber hilbijartin. Em êdî hinek li karê xwe binêrin."