16 Mijdar 2016•Rojanekirin: 16 Mijdar 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Şeva Nasandina TRT Wordlê ya ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel a Beştepeyê hat lidarxistin de axivî.
Serokomar Erdogan got "Heke wê şevê teşebûsa derbeyê bi ser biketa çapemeniya navneteweyî ya ku îro bûye hewariyê demokrasî û azadiyê dê kamera, pênûsa xwe ji bo meşrûkirina derbeyê seferber bikira."
Serokomar Erdogan got ku "Welatekî hêzdar a ku ji aliyê dîrokî, çandî û erdnîgariyê ve ev qas hêzdar e ne mimkûn e ku hember bûyerên ku li hawirdora wê diqewimin bêdeng bimîne, çavê xwe hember wan bigire û pişta xwe zivrîne wan. Tirkiye ji sala 2002yan vir ve polîtîkaya xwe ya derve bi îdraqa vê rastiyê diyar dike, pêngavên xwe jî di vê çarçoveyê de diavêje."
- "Di polîtîkaya derve de guherîneke mezin a paradîgmayê çêbû"
Erdogan bal kişand ser guherîna polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Bêguman di serê qadên herî xuya ya ku şoreşa bêdeng a ku li welatê me di 14 salên dawîn de qewimî polîtîkaya derve tê. Ez dixwazim ku vê yekê bi awayekî eşkere û zelal bibêjim. Tirkiye di heyama me de di tesewwûra polîtîkaya derve de guherîneke mezin a paradîgmayê kir. Îro germiçanka sereke ya polîtîlaya derve li ser nirxên mirovahiyê digel vê ahenga tam a berjewendiyên neteweyî avakiriye."
- "Manşet amade bûn lê hemû beredayî çûn"
Erdogan bal kişan heke ku teşebûsa derbeyê ya FETO bi ser biketa dê hin saziyên çapemeniyê yên navneteweyî biketana nav hewldana meşrûnîşandana derbeyê û wiha axivî:
"Heke wê şevê teşebûsa derbeyê bi ser biketa çapemeniya navneteweyî ya ku îro bûye hewariyê demokrasî û azadiyê dê kamera, pênûsa xwe ji bo meşrûkirina derbeyê seferber bikira. Ew kesên ku îro ji ser azadiya çapemeniyê me rexne dikin piştgirên terorê li gel xwe dihewînin di rewşeke wiha de dê ekranên xwe û rûpelên xwe bidana emrê cûntaparêzan. Jixwe di rabirdûyê de ev yek kirin. Wekî ku li Misrê bû dê kujerên dest bi xwîn wekî qehremanê demokrasiyê bihata nîşandan lê bi ser neketin. Manşetên ku hatin amadekirin beredayî çûn, manşet amade bûn lê hemû beredayî çûn."
- "Vê gelê we xistiye dilê xwe"
Serokomar Erdogan got ku gel rêzefîlma Dîrîlîş Ertugrul xistiye dilê xwe û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Min kêliyek berê niha ji birêvebir û kadroya Dîrîlîşê re got. Qet serê xwe pê neêşînin ku ew bi wî awayî şîrove û nirxandinan dikin, rêya xwe berdewam bikin. Vê gelê we di dilê xwe de hewandiye, ew bihewînin çi dibe nehewînin çi dibe. Xelatekî şeklî ya ku dê ew bidin girîng nîne, ya girîng ew e ku hûn ketin dilê vê gelê, va ye ji bo we mukafat û xelata esil ev e."