02 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2016
ÎSTANBUL
Li Buyukçekmeceyê dema tankêreke sotemeniyê dihat qaynaxkirin teqîn pêk hat, kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Tankêreke sotemeniyê ya ku li Sîteya Pîşeyê ya ser Kolana Îçelê dema dihat qaynaxkirin teqiya.
Ji ber teqînê kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Beylîkduzuyê.
Polês li cihê bûyerê mêze dikin çepera ewlehiyê danîn û nahêlin ku welatî nêzî cihê bûyerê bibin.
Lêkolîna ekîba polês û agirkujiyê ya li cihê bûyerê didome.