02 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2016
ANKARA
Di operasyona ku li kersaxa Hekariyê ji hêla hêzên ewlehiyê va tê birêvebirin da 16 endamên PKKya rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Serokatiya Sererkaniyê daxuyanî da û ragihand ku serê sibehê mensûbên rêxistinê gule berî Herêma Baregeha Çiyayê Guvenê ya di bin berpirsyariya Fermandariya Lîwaya Hidûd a 2yemîn a li Çukurcaya navçeya Hekariyê dan û li ser vê jî şer qewimî.
Daxuyaniyê da hat gotin ku di gulebarandinê da 3 esker şehît ketin û 6 esker jî birîndar bûn û terorîstan ji barîna berfê û mijê îstifade kir û xwe nêzî baregehê kirin.
Li ser tespîtkirinê bi obusa 203 mîlîmêtro û obusên bahozê yên li herêmê bi cih kirî va di ser terorîstan da gule hat barandin.
Balafirên şer ên Fermandariya Hêzên Hewayî jî bi ser terorîstan da bombebarandin û li gor tespîtên ewil ji wan 7 kes mirin û 9 kes jî xedar birîndar bûn.
Digel şert û mercên xerab ên rewşa hewayê operasyon dewam dikin û ji bilî vê serekaniyê ragihand ku di topbarandina ser herêma Hakurka li Bakurê Iraqê dikeve da jî 4 mensûbên PKKê hatin berterefkirin.