24 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2016
BÎNGOL
Waliyê Bîngolê Yavuz Koşger got ku mexseda rêxistinên terorê tirsandina mirovan, bêhêvîkirina civatan e û wiha dewam kir: "Me di merasiman da zerre tirs nedît. Civîna ku em îro li vê derê dikin, belkî di dîroka welêt, belkî di dîroka dinyayê da cara ewil tê kirin. Hûn bersiva herî baş didin yên ku bajarekî terorîze dikin û sîleya herî watedar li wan didin."
Welatiyan li navçeya Gêncê mitîng li dar xist û PKKya rêxistina terorê protesto kir. Terorîstên PKKyî pêr bi wesaîta bombebarkirî va êrîşî wesaîta polêsan ya bizirx kir. Mitînga "Lenet li terorê" li xaçerêya Ogretmeneviyê ku êrîş lê hat kirin, hat lidarxistin. Jin jî di nav da gelek kes beşdarî mitîngê bûn.
Di mitîngê da Qurana Pîroz hat xwendin, welatiyên ku alaya Tirkîyê destê xwe da gelek caran duruşmeyên wek "Qehir be PKK" û "Şehît namirin, welat perçe nabe" berz kirin û nefreta xwe ya li dijî rêxistina terorê îfade kirin.
Ciwanên ku di grûbê da bûn jî alayeke tirk a ku 207 mêtre dirêjahiya wê ye, vekirin.
Walî Yavuz Selîm Koşger li vê derê axivî û got ku mexseda rêxistinên terorê tirsandina mirovan, bêhêvîkirina civatan e, lê li meydana mitîngê tirsa kesî tuneye.
Koşger wiha axivî: "Me di merasiman da zerre tirs nedît. Civîna ku em îro li vê derê dikin, belkî di dîroka welêt, belkî di dîroka dinyayê da cara ewil tê kirin. Hûn bersiva herî baş didin yên ku bajarekî terorîze dikin û sîleya herî watedar li wan didin. Welatên ku civatên wiha lê hebin tu carî têk naçin, paşda naçin, perçe nabin."
Koşger destnîşan kir ku rêxistinên civaka sivîl danezaneke hevpar belav kirin û wiha xeberda, "Danezana dijî terorê wekî Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî ye. Kîjan welat dixwaze bira rahêjê, çarçove ke û dijî terorê biemilîne."
Şaredarê Gencê Mehmet Hadî Topraktan jî got ku di êrîşa terorê ya xaîn da 2 polês şehîd ketin û ew gelekî li ber xwe ket.
Topraktan lanetî terorê kir û wiha xeberda, "Em mitîngê li dar dixin ku em dibêjin ku em bi tu carî teror û terorîzmê qebûl nakin û naxwazin navê bajarê me bi terorê ra were bilêvkirin. Me li ser navê Înîsiyatîfa Sivîl a Gencê mitîngeke werganî kir."
- "Çare, li dijî terorê desthevgirtin e"
Yaşar Ozer jî li ser navê Înîsiyatîfa Sivîl a Gencê danezan xwend û diyar kir ku ew bona lanetkirina terorê hatin cem hev û ew, rêza xwe bona şehîdan nîşan didin.
Digel parlementerên berê yên Bîngolê Feyzi Berdibek, Kazım Ataoglu û Abdurrahman Anik, nûnerên hin rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî di axaftina xwe da rêxistina terorê PKK û êrîşên wê şermezar kirin û bertek nîşan dan.