06 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2017
KARS
Waliyê Qersê Rahmî Dogan ragihand ku di operasyona asîmanî ya li navçeya Kagizmanê 5 terorîst hartin kuştin, 2 terorîst jî bi birîndarî reviyan.
Walî Dogan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ragihand ku ekîbên Midûriyeta Ewlehiyê û Fermandariya Cendirme ya Wîlayetê li çoltera navçeya Kagizmanê li newala Sesverena girêdayî herêma Çemçeyê danê sibê komeke terorîst tespît kir. Li ser tespîtê Hêzên ewlehiyê dest bi operasyonê kir.
Walî Dogan wiha dewam kir: "Li Newala Çemçe Sesverenê dijî koma terorîstan ku ji 7 kesan pêk dihat, di saet 06.30an de operasyona hewayî hat kirin. Di operasyonê da 5 terorîst hatin kuştin, 2 terorîst jî birîndar bûn. Ji bo girtina 2 terorîstên birîndar operasyon dewam dike."