Türkan Tosun
25 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2018
IGDIR
Li Aralika navçeya Îdirê wesayîteke eskerî ya bizirx welgeriya, eskerek şehîd ket, jê yek giran 7 esker jî birîndar bûn.
Li navçeyê wesayîteke eskerî ya bizirx ya ku tîpa wê "kobra" ye welgeriya.
Di qezayê da eskerek şehîd ket, 7 esker jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.
Birîndarê ku rewşa wî giran e jî ji bo tedawiyê sewqî Erziromê kirin.
- Wesayîta diçû alîkariya eskeran jî qeza kir
Ji hêla din wesayîteke diçû alîkariya eskeran bike jî di rê da qeza kir, 2 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.
Enver Unluyê Waliyê Îdirê ji bo ziyareta birîndaran çû nexweşxaneyê, dema ji wir derket daxuyanî da rojnamevanan.
Unlu got qeza di saet 09.30an da ji ber mij û baranê çêbûye û wiha axivî: "Eskerekî me mir. Me eskerekî xwe jî ji bo tedawiya baştir sewqî Erziromê kir. Rewşa 6 eskerên din baştir e û tedawiya wan li Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê dewam dike."
Walî Unlu anî ziman hin sivîlên ji bo alîkariya eskeran diçûn cihê qezayê jî di rê da qeza kirine, 2 kes birîndar bûne, lê rewşa wan baş e.
Hêzên ewlehiyê li cihê qezayê tevdîrên ewlehiyê yên berfireh dîtin ku dîsa qeza çênebin.