22 Mijdar 2017•Rojanekirin: 23 Mijdar 2017
BATMAN
Ayşe Acar Başarana Parlementera HDPyê ya Batmanê tevlî merasima cinazeyê endamê PKKya rêxistina terorê yê li Liceya navçeya Diyarbekirê hat kuştin bû.

Cinazeyê Metîn Kaplanê endamê rêxistinê yê li Dîbeka gundê Liceyê di operasyona hêzên ewlehiyê da hat kuştin piştî otopsiya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl teslimî malbata wî kirin.

Cinazeyê endamê PKKyê li Goristana Gundê Îkiztepeya Batmanê hat definkirin.
Ayşe Acar Başarana Parlementera HDPyê ya Batmanê û rayedarên HDP û DBPyê tevlî merasima cinazeyê endamê PKKyê bûn.