10 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2016
VAN
Li Wanê ji 16 bajaran 181 nûnerên eşîran bertek nîşanî êrîşên terorê û îdiaya "Îngiltereyê li eşîran pere belav kiriye" dan.
Nûnerên eşîran li navçeya Edremîtê li otelekê civiyan û piştî civînê berteka xwe wek danezan parvekir.
Serokê eşîra Ertoşî Îskender Ertuş danezan xwend û diyar kir, ew ji bo ku xwe bidin ber nîfaqa ku bi îthamên giran yên îngilizan ku nîfaqê dixe nav eşîr û dewletê û ji bo ku bertek bidin nîşanî êrîşên rêxistina terorê yên li herêmê hatin bal hev.
Di danezanê da hat gotin ku koka eşîran ya herî saxlem digihêje Seleheddînê Eyyûbî û ji Osmaniyan heta niha kevneşopî û edetên eşîran dewam dike, eşîr rêxistinên wisa nin ku li ber kesî naxwin û di heman demê da hiqûqa tu kesî pêpes nakin û wiha hat gotin: "Çawa ku ji damezrandina Osmaniyan heta niha, bav û kalên me girêdayî dewleta xwe ne û sadaqata wan a ji dewletê ra nebûye mijara nîqaşê, em jî wek zarokê wan bav û kalan girêdayî dewleta xwe ne û îxanetê nakin. Em bi her bihust axa dewleta xwe va û bi her ferdê milletê xwe va yek in û bi îzna Xwedê ev yekîtiya me wê heta hetayê dewam bike."
Di danezanê de hat gotin ku îngilîz û alîgirên îxanetê dibêjin ku derbeyeke duyemîn wê çêbibe û dixwazin van gotinan bi eşîran re eleqedar bikin, ev jî nîşan dide ku ew çiqas bêçare ne.
Hat gotin ku li welêt û bi taybetî jî li herêmê ji sala dawîn vir ve tundî her diçe zêde dibe û danezanê wiha dewam kir: "Me hewl da ku em ji bo gelê me û welatê me civînekê li dar bixin. Armanca me ew e ku alî aram bibin û ji tundiyê dûr bikevin ku li welêt rewşa aştiyê çêbibe. Ev hefteyeke dibêjin ku reîsên herêmê û rûspiyên herêmê ji hikûmeta Îngiltereyê pere stendine, ew ê piştgiriyê bidin rêxistina terorê FETOyê, van gotinan gelek em aciz kirin. Em serokên eşîran û rûspiyên herêmê li welatê me aramî, aştî û biratiyê dixwazin. Ji ber vê çi bikeve li ser stûyê me em amadene ku bikin. Em dixwazin ji vir bibêjin ku em li hember hemû teror, derbe û tundiyê ne. Ji beriya Komarê vir ve em bi hev ra wek bira jiyane, li Çanakkaleyê em bi hev ra çûne şer, em dixwazin ku aştî bilez li welatê me çêbibe."
- "Çeka di destê rêxistinê da di xizmeta hêzên dereke da ne"
Di danezanê da bal hat kişandin ku sedema kombûnê ew e ku li hemberî rêxistinên terorê yên li hundir û derva yên ku qesdî hebûn û vîna gel dikin, helwesta xwe nîşan bidin û wiha hat domandin
"Bona me yekîtiya dewlet û miletê me cihê xwe yê nîqaşê nîne. Emê timî li dijî her cure hewldanên ku armanca wan perçekirina me ye, rawestin û heya dawiyê têbikoşin. Em lenet li çalakiyên rêxistina terorê PKKyê dikin. Em tînin ziman ku em dijî terorê ne û li cem siyaseta meşrû ne. Çeka di destê rêxistinê da di xizmeta hêzên dereke da ne."
Di danezanê da cih dan van îfadeyan:
"Ji bilî Komara Tirkiyeyê û miletê Tirkiyeyê tu hêz nikare li ser me hesaban bike. Di 7ê hezîrana 2015an da, aliyê ku got em siyasetmedarên kurd in û gotin 'em ê li vê welatê rê li ber rijandina xwînê bigirin, em ê nehêlin ku dayik bigirîn, piştgiriyê bidine me.' Vê gelê bi 6 milyon dengî piştgirî da wan. Lê ewana hestên gel li gor meqsedê xwe bikaranîn. Dest bi siyaseta hendekan kirin, dû ra jî ji hevserokan Fîgen Yuksekdag derket axivî got 'Me pişta xwe da ye çiyê' û çûn welatê me ji welatên din ra gilî kirin. Me xwest em ragihînin wan bibêjin 'heta ku siyaseta we ev be, hûn me temsîl nakin.' Em ê piştgiriya wan nekin."
Endamê eşîra Karahan û Şêwirmenda Serokê Giştî yê AK Partiyê Zeynep Karahan Ûslûyê got ku yên ku li ser herêmê hin hesaban dikin, dixwazin van daxwazên xwe di ser eşîran re pêk bînin."
Ûslûyê wiha dewam kir:
Di 15 tîrmehê da hewl dan ku Tirkiyeyê ji hev perçe bikin. Lê li hemû herêmên welêt gel daket ser kolanan û li ber xwe da. Wekî herêmên din li herêma rojhilat û başûrê rojhilatê anadoluyê jî gel li pêşeroja xwe xwedî derket."