Fatih Gazioğlu
17 Adar 2018•Rojanekirin: 19 Adar 2018
VAN
Avgura li ser çemê Bendîmahiyê ya li Muradiyeya navçeya Wanê eleqeyeke mezin dibîne.
Ji Zanîngeha Ataturk ya Erziromê komeke akademîsyen û xwendekaran hat Muradiyeyê û herêma ku avgur lê bû geriya.
Berpirsyarê turê Yusuf Boş daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku wan avgura Muradiyeyê gelekî eciband û wiha axivî: "Divê kesên li herêmên din jî bên van deran bigerin û vê siruşta bedew bibînin. Bi saya vê dê kes û çandên nû jî nas bikin."
Ji akademîsyenan Şakîr Şakîroglu jî got ku min avgur gelekî eciband lê divê derûdorê avgurê bê çêkirin.