17 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2016
ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu der barê êrîşa terorî ya ku li Qeyseriyê pêk hat da got: "Hemû lêpirsînên der barê bûyerê da dewam dikin. Niha 7 kes binçavkirî ne û ji bo qefaltina 5 kesan jî xebatên lêgerînê didomin."
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu daxuyaniya xwe ya ku berê dabû bi bîr xist û wiha pê da çû: "Min gotibû ku ji 8 şehîtên me întiqalî tipa Edlî kirin û nasnameya wan eşkereye. Lê niha 12 şehîtên me întiqalî Tipa Edlî kirin. Şehîtek me jî întiqalî nexweşxaneya zanîngehê kirin. Piçek bi şûn va ewê wî jî bînin Tipa Edlî. 13 şehîtên me hene. Niha birîndarekî me yê din jî li nexweşxaneyê derket, bi tevahî 56 birîndarên me hene û ji wan 12 di beşa nexweşiya giran da ne û rewşa 4 kesan xedar e."